DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Fatûra tûrîzmê li karkeran birîn

 
6 Tîrmeh
09:06 2016

ANTALYA (DÎHA) - Îsal ji ber şerê heyî tûrîst nehatin Tirkiye. Ji ber turîst nehatin Tirkiyeyê li Antalyayê ji sedî 30'ê otelan bi tevahî vala man. Ji 2 mîlyon û 500 hezar karkerên turîzmê nêzî 600 hezarên wî li Antalyayê dixebitin û jê 200 karker betal man. Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tîrîzma Şoreşger Mustafa Kahyaoglu, diyar kir ku fatûra vê qirîzê ji pişta karkeran derdixin.

Piştî îxtîdara AKP'ê şerê taşbet da destpêkirin û deriyên xwe ji DAIŞ'ê re vekir, çeteyên DAIŞ'ê gelek teqîn û çalaki li Tirkiyeyê pêk anîn. Piştî li dijî turîstan çalaki pêk hatin êdî turîst nehatin Tirkiye. Îsal ji ber turîzt nehatin Tirkiyeyê gelek otelên li bajarên tûrîzmê, plaj, kafe û warên şahiyê vala man. Ji 2 mîlyon û 500 hezar karkerên turîzmê nêzî 600 hezarên wî li Antalyayê dixebitin. Îsal ji ber turîst tune nêzî 200 hezar karker betal man. Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tîrîzma Şoreşger Mustafa Kahyaoglu, diyar kir ku ji sedî 30'ê otelan qet venebûn û fatûra vê qirîzê ji pişta karkeran derdixin. Kahyaoglu, anî ziman ku 200 karkerên betal mane mexdûrên polîtîkayên şer in û wihagot: "Di şert û mercên asayî de dema demsala tûrîzmê dest pê dike hemû karker dest bi kar dikin. Lê îsal ji ber ku tûrîst nehatin Tirkiye qeyrana turîstan ji karkeran derxist. Niha otel ji sedî 30 vala ne. Ji ber ku turîzt tune û otel vala ne gelek otel karkeran ji kar derdixin û

Heta ku aştî neyê çareserî jî pêk nayê

Kahyaoglu, têkiliyên Tirkiye yên bi Rûsya û Îsraîlê ku ber bi başbûnê ve diçin jî erênî dît û wiha got: "Ev geşedan erênî ne, lê dereng maye. Ev gavên ku niha tên avêtin vê qeyranê çareser nake. Ji bo çareseriyê divê gavên aştiyê bên avêtin."

Kahyaoglu, da zanîn ku fotên karkeran ên betaliyê ku ji aliyê ÎŞKUR'ê ve di çarçoveya Bernameya Perwerdehiya Destpêka Kar de tê komkirin didin karsazan. wiha got: "Îxtîdar her dem ji bo karsazan di nava hewldanan de ne. Ji bo turîstan serê balafirê 6 hezar dolar heqê benzînê dide. Dîsa deynê qirêdiyên karsazên otelan taloq dike. Li aliyê din karkerên di çarçoveya Îşkurê de dest bi kar kirine, wekî ku perwerde tê kirin nîşan dide û yên ji bo perwerdehiyê serî li wan didin di otelan de didin xebitandin."

Kahyaoglu, herî dawî anî ziman ku ew pereyan didin qasaya betalan, lê li aliyê din wan pereyan ji qaza ÎŞKUR'ê ya betaliyê didin. Ev sûîistimalek mezin e.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN