Tuncel: Berxwedêrên li barîqatan êrîşên qirkirinê têk birin
ŞIRNEX (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel li Hezexê çû serdana malbatên ku xizmên xwe di êrîşên qirkirinê de winda kirine, di serlêdanê de diyar kir ku kesên li barîqatan de li ber xwe dan, gelê Kurdistanê ji qirkirinê rizgar kir.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel bi minasebeta Cejna Remezanê li navçeya Hezexê ya Şirnexê bû. Tuncel û endamên MYK'ê bi hev re derbasî Navenda Çand û Hunerê ya Hezexê bûn, li vir bi hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê re cejnin pîrozkirin.
Piştî pîrozkirina cejnê, Tuncel û heyeta pêre çûn serdana malbatên ku xizmên xwe di êrîşên qirkirinê de winda kirine. Di dema ziyaretê de kêliyên hêwtewar hatin jiyîni dayik Fatma Agin ji ber hatin Tuncel kêfxweşiyên xwe anîn ziman.
Berxwedêran êrîş vala derxisitn
Tuncel di axaftinên xwe de li ser bexwedanê sekinî û aşkera kir ku ew dê bi rêxistinkirinê êşîşan vala derxin û ev tişt got: "Kesên di barîqatan de li ber xwe dan êrîşên dewletê yên qirkirinê vala derxisitn. Divê ev berxwedan bê mezinkirin."
'Min ala kurê xwe dewr girt'
Fatma Agin diyar kir ku kurê wê hêj dixwest demek dirêj têkoşînê berdewam bike, lê jiyana xwe ji dest daye û wiha pêde çû: "Windakirina kurê min windakirina gelê kurd e, ev windahiyeke pêşeroja kurdan e. Min êdî ala kurê xwe dewr girtiye û ez her dem jî amade me."
Piştî serlêdana li Hezexê hetey derbasî Silopiyê bû.
(ms)