DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Dê ya nayê dîtin bide xuyakirin

 
5 Tîrmeh
09:15 2016

STENBOL (DÎHA) - Resam Onur Nacî bi resam û wêneyên xwe armanc dike ku yên nayê dîtin bide xuyakirin. Nacî, herî dawî dest bi çêkirina wêneyê Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşit Kulter kir û piştî vê xêzê çêke dê li Cizîrê teslîmî malbata wî dbke.

Resamê 33 salî û mamosteyê îngîlîzî Onur Nacî bi boneya yên nayê dîtin bide xuyakirin û kesên rastî tundiya dewletê tê bide nîşandan hewl dide bi riya wêneyan yê nedîtî bide xuyakirin. Naci, herî dawî wêneyê Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê 40 rojin hatiye xindakirin xêz kir. Nacî ku li Antalyayê mezin bûye, diyar kir ku eleqeya wî ya wêne ji biçûkantiyê ve dest pê kiriye û ew dixwaze bi riya wêneyan yê nayê dîtin û tê veşartin bide xuyakirin û bala civakê bikişîne ser. Nacî, heta niha wêneyên Berkin Elvan, Gunay Ozarsalan, Hasan Ferit Gedik xêz kir û diyarî malbatên wan kir. Nacî dê wêneyê Hurşît Kulter jî teslîmî malbatê wan bike.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN