DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Dê zewaca zarokan zêde bibe'

 
5 Tîrmeh
09:11 2016

ENQERE (DÎHA) - Daxuyaniyên Serokomar Erdogan û Serokwezîr Binali Yildirim ku dixwazin erka mahrê bide mixtarên gund û taxan, fikara ku rê li pêş zewaca zarokan veke pêş xist.

Serokomar Erdogan berê ji bo zewacê mijara ku erka mahrê bide mixtarên tax û gundan anîbû rojevê. Niha jî Serokwezîr Binali Yildirim xwest ku mixtar û muftuyên bajar û navçeyan karibe mahrê bibire. Van daxuyaniyan fikara ku rê li pêşiya zewaca zarokan zêde bibe û hêjmara zayinê zêde bibe anî. Bînalî xwest bi guhertina zagonan ên Şaredariyên Bajarên Mezin erka zewac û mahrê tekeve destê mixtar û muftuyan fikar zêde kir.

Platforma Jinan a Enqereyê Latife Kahya, diyar kir ku ev pêşnûma û zagon bê erêkirin dê zewaca zarokan zêde bibe û bêtir jinan di malê de hepis bike. Kahya, da zanîn ku îxtîdara AKP'ê bi polîtîkayên zewacê dixwaze zewacê daxe temenê biçûk û jinan di temên wan ê biçûk de di malê de hepis bike.

Kahya, ani zima ku AKP dixwaze bi vê polîtîkayê jinê di malê de hepis bike û bêtir bike koleyê mêr û pergalê.

Kahya, anî ziman ku mafê jinan ê kurtaj û sezaryenê hat qedexekirin û piştre Serokomar got "Jin û Mêr ne wekhev e" û wiha got: "Rayedarên AKP'ê ji bo jinên rastî îstîsmarê hatin got 'Li şûna kurtaj dibe bila bimre. Niha zewaca temenê zaroktiyê rewa dibîne. Dixwazin mahra fermî bikin westa dildarî. Li aliyekî rê li pêş zewaca zarokan vedikin, li aliyê din rê li pêş berdanê digirin. Hikûmet bi van guhertinên zagonan dixwaze vîna jinê di nava civakê de tune bike. Kahya, destnîşan kir ku ew li hemberî van guhertinan bêdeng namînin û tawîzê ji têkoşînê nadin. Kahya xwest hemû rêxistinên jinan dest bidin hev û bi hevre têkoşîna xwe xurt bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN