Jinên karkerên malê ji hemû mafê xwe bêpar in
ANTALYA (DÎHA) - Jinên karkerên malê ku keda wan tê xwarin, wekî karker nayên dîtin û hemû heq û hiqûqa qan tê binpêkirin. Endama Sendikaya Karkerên Malê yê ÎMECE ya Antalyayê Munire Înal, diyar kir ku jinên karkerên malê ji hemû mafê xwe bêpar in.
Li Tirkiyeyê li gorî îstatîstîkan Mîlyonek û 300 hezar jinên karker ên malê hene. Lê ev jinên karker ên malê wekî karker nayên dîtin û keda wan tê xwarin. Jinên ku li malê kar dikin ji hemû heq û hiqûqa xwe bêpar in û mafê wan tê xwarin. Endama Sendikaya Karkerên Malê yê ÎMECE ya Antalyayê Munire Înal a 51 salî, diyar kir ku jinên karkerên malê ji hemû mafê xwe bêpar in. Munire Înal, nêzî 10 salin karê malê dike û ji hemû mafê xwe bêpar e.
Înal, anî ziman ku di sala 2009'an de dema cam paqij dikir ji qatê 3'emîn ket xwar û birîndar bû. Her çend doz vekir jî, ji ber ku karê wê wekî kar nayê dîtin nakeve beşa kar wekî qezaya kar nehat dîtin. Înal, da zanîn ku ew di nava şert û mercên herî zor û zahmet de dixebitin û ji hemû mafê xwe yê kar û kedê bêpar in.
Daxwaz zêde dibin, lê heqê kedê tune
Karkera mal Keziban Altaci (43) ku 15 salîn karê malê dike jî anî ziman ku her diçe daxwaza karkerên malê zêde dibe, lê keda wan tê xwarin û heqê keda wan nayê parastin. Altaci, anî ziman ku rojê 9 saetan dixebitin, lê gelek caran heta 12 saetan dixebitin û wiha got: "Daxwazên me pêk nayên. Keda me tê xwarin. Em dixwazin keda me bê parastin.
(mae)