DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Dema muzîk tê parvekirin xweştir dibe

 
5 Tîrmeh
09:04 2016

ÎZMIR (DÎHA) - 7 ciwanên ji neteweyên wekî kurd, tirk û îranî pêk tên, hatin gel hev û Civaka Muzîka Anahîta avakirin û bi stranên kurdî, tirkî, erebî û ermenîkî hem bi xwe dilşad dibin û hem jî kesên guhdervan dilşad dikin. Ciwanên muzîkjen aşkera kirin ku dema muzîk tê parvekirin xweştir dibe.

7 ciwanên di sala 2011'an de li Îzmirê hatin gel hev, di bin navê "Goç" de komeke muzîkê avakirin, ev 2 sal e jî bi navê Civaka Muzîka Anahîta li kuçeyan muzîkê diafirînin. Her çendî li kuçeyan bi gelek zextan re rû bi rû bimînin jî hewl didin bi muzîkê hêstên xwe bînin ziman.

Koma ku tenê bi muzîkên li kuçeyan re xwe sînor nake, di heman demê de bi riya atolyeyên ku avakirine ciwanan bi pêş dixin û amûrên muzîkê bi wan didin hîmkirin.

'Em derdê xwe bi muzîkê tînin ziman'

Dergah Varlier di Civaka Muzîka Anahîta de bi amûra muzîkê ya santûrê hêstên xwe tîne ziman, diyar dike ku hêsta di kuçeyan de cuda ye, ji derveyî dik û mekanê cihê kuçeyan gelekî cuda ye. Varlier got kesên di kuçeyan de xwe di vê muzîkê de dibînin gelekî zêde ye, di nava rojê de bi hezaran mirov ji vê muzîkê sûdê digirin û ev tişt got: "Em dixwazin di muzîka kurdî de dîtinbariyê derxin pêş. Em zaravayên kurdî yên wekî dimilkî, kurmancî, dîsa bi zimanê ermenîkî jî dixwazin muzîkê bêjin."

'Muzîka li kuçeyan cuda ye'

Muzîkjenê bi navê Murat Avunç li ser wateya 'Anahîta' yê rawestiya û aşkera kir ku wateya wê biçe ku li gel xwe bedewî û bereketê dibe, ev peyv jî di pirtûka pîroz a Zerduşt a Avestayê de derbas dibe. Avunç da zanîn ku ew dixwazin di muzîka kurdî de di aliyê dîtinbarî de mîtolojîk derxin pêş û wiha pêde çû: "Me destpêkê di vapûr û metroyan de stran digotin. Mirov ji vê kêfxweş bûn. Piştre em pê hisiyan ku muzîka kuçeyan hêsteke cuda ye."

'Muzîk azadî ye'

Celal Bayrak (Celo Boluz) hêj di zarokatiya xwe de dest bi muzîkê dike, niha di nava komê de amûra muzîkê ya sazbuşê bi kar tîne. Bayrak diyar kir ku ew bi muzîkê xwe azad hîs dike û ev tişt anî ziman: "Bajarê Îzmirê bajarekî koçberan e, kesên koçber dibin li pey xwe çanda xwe jî dihêlin û ji bo ku em ji hemû çandan re dibin bersiv ev kêfxweşiyeke mezin e."

Bayrak destnîşan kir ku ew bi zimanên tirkî, kurdî, erebî û ermenîkî stranan dibêjin, dema hin kes li kuçeyan dibînin ku ew bi zimanên wan stranan dibêjin gelekî kêfxweş dibin.

'Muzîk dema tê parvekirin xweştir e'

Farhood Khademî yê ji Îranê aşkera kir ku ew li Îranê hatiye û li vir tevli Civaka Muzîka Anahîtayê bûye û piştrast dike ku li Îranê muzîka kuçeyan qedexe ye, dema nû hatiye Tirkiyeyê bi muzîka li kuçeyan re rû bi rû dimîne matmayî dibe. Khademî bi lêv kir ku wî bi Anahîtayê dest bi muzîkê kiriye û ev tişt got: "Muzîka ku divê bê parvekirin, em çima bi xwe re sînor bikin. Dîsa bi riya konseran muzîk ji beşekî re tê parvekirin, lê dema muzîk li kuçeyan tê parvekirin hêj xweştir dibe."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN