DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Tehcîra kurdan a ji serdema Asûriyan heta niha

 
5 Tîrmeh
09:01 2016

DENÎZ NAZLIM

ENQRER (DÎHA)
- Lêkolînvan û nivîskara jin Pervîn Erbîl polîtîkaya tehcîrê ya di serdema Asûran de destpê kir û heta niha berdewam dike, di pirtûka bi navê "Ji Zagrosê Wêdetir-Zagros'un Otesî" de digire dest. Erbîl di pirtûka xwe de li ser pirsên tehcîr û bandora wê radiweste, dîsa qedexeyên ku îro li Kurdistanê tên meşandin ji bo bersivê ev pirtûk xwediyê cihêrengiyekî ye.

Peyvên wekî "zor" û "koçberî" ji bo kurdasn di naveroka xwe de tehcîrê dihewîne, ev mijar ji bo kurdan êş û wekî bingeheke dîrokî ye. Her çendî di vê der barê de hin tişt hatibin nivîsandin jî lê dîsa jî çavkaniyên ku mirov xwe bigihînê kêm in. Lêkolînvan û nivîskar Pervîn Erbîl ji bo vê valahiyê tije bike, bi pirtûka xwe ya "Zagrus'un Otesî" xwedî îdia ye.

Nivîskar Erbîl di pirtûka xweya "Zagrus'un Otesî" de pirsên "Civaka kurd bi tehcîrê re bi kîjan pirsgirêkan re rû bi rû ma", "Rastiya tehcîrê di aliyê civakî, siyasî, aborî û etnoçandî de çi guhertin bi xwe re anîn?" dibersivîne.

Asûriyan bi tehcîrê bandor li ser Kurdistanê kirin

Pirtûk ji 5 beşan pêk tê, di beşa yekemîn de li ser "aliyên di taritiyê de man" ên salên 1916-1917'an radiweste û tehcîra wê demê digire dest. Piştî Lozan û raperînên kurdan tehcîra ku pêk hatî û dîsa li ser şerê qirêj ê di salên 1989-1999'an radiweste.

Tehcîra bi asûriyan destpê kir didome

Pirtûk ji serdema kevn a kurdan bigire, heta şerê qirêj ê sala 1999'an de hat rawestandin, polîtîkayên tehcîrê digire dest û xwedî rêhberekî ye. Dîsa tehcîra di serdema Asûriyan de hat destpêkirin, îro bi "qedexeya derketina kolana" li hemberî kurdan tê meşandin. Bi şerê ji hêla hêzên dewleta tirk a dagirker ve di 24'ê tîrmeha 2015'an de hat despêkirin re, gelek bajarên wekî Şirnex, Cîzîr, Silopya, Gever, Sûr û Nîseybîn bi tevahî hatin rûxandin.

Li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), bi polîtîkayên di 16'ê tebaxa 2015'an heta 20'ê nîsana 2016'an, bi giştî milyonek 642 hezar kes ji vî şerî bi bandor bû û herî kêm 335 hezar kesan navçe û bajarên xwe terikandin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN