DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Çeteyên DAIŞ'ê li Bexdayê 213 welatî qetil kir

4 Tîrmeh
13:39 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Çeteyên DAIŞ'ê li Bexdayê êrîşa bi bombe pêk anî. Di êrîşê de herî kêm 213 kes hatin kuştin. Hat zanîn ku herî kêm 200 kes jî birîndar bûne .

Li paytextê Iraqê Bexdayê çeteyên DAIŞ'ê roja şemiyê êrîş pêk anîbû. Di êrîşê de heta niha 213 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 200 kes jî birîndra bûn. Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Fransizan (AFP) hêjmara kesên di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da gihişt 213 kesan. 200 kes jî birîndar bûne. Li gorî daneyan dê di dîrokê de wekî çalakiya herî zêde kuştin pêk anîye derba bibe.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN