DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Di bin plana mafê welatiyê de 'Pergala Dewşirmê' derket

 
4 Tîrmeh
12:19 2016

ENQERE (DÎHA) - Piştî gotinên Serokomar Erdogan ên wekî "em dê mafê welatiyê bidin penaberan", di bin mafê welatiyê de plana "Pergala Dewşîrmeyê" derket. AKP'a ku bi vê riyê herê zêde zarokan hedef digire, dixwaze wekî serdema Osmaniyan kesên "Girêdayî Qesrê" biafirîne.

Piştî axaftinên Erdogan ên ji bo penaberên Sûriyeyê, hikûmeta AKP'ê ket nav hewldanan û der barê mijarê de lêkolîn da destpêkirin. Çavkaniyên nêzên AKP'ê diyar kirin ku ew dê mafê welatiyê nedin hemû penaberên Sûriyeyê, kesên mafên welatiyê bidin wan, dê ji du beşan pêk bê.

Li gorî wê ji hêla Midûryeta Karên Welatiyan û Nifûsê û Îdareya Koçberiyê, Koordînasyona Wezareta Karên Hundur (AFAD), ve der barê penaberên Sûriyeyê de xebatek da destpêkirin. Hat diyar kirin heta niha qasî 500 kesî ji bo mafê welatiyê bigire serlêdan kiriye û karên wan qadiya ye, bi vê riyê AKP kesên ku nêzî xwe dibîne mafê welatiyê dide wan.

Hat gotin ku li Tirkiyeyê qasî 3 milyon penaberên Sûriyeyê dijî, dê mafê welatiyê nedin hemûyan, kesên bi dildarî bixwazin bibin welatiyê Tikriyeyê dê wan esal bigirin. Tê payîn ku piştî cejnê di vê der barê de dê gav bên avêtin. Her wiha tişta balkêş jî di nava penaberan de AKP herî zêde çav berdaye zarok û herî zêde ji bo zarokan bike welatî di nava tevgerê de ye. Bi vê riyê tê gotin ku qasî milyonekî zarokên di temenê dibistanê de hene û bi çavên "divê ev bên xilaskirin" li van zarokan mêze dikin.

Di nava van zarokên mijara gotinê de herî zêde "zarokên sêwî" ji hêla hikûmetê ve tên raçevkirin, tê xwestin van zarokan bi gelê Tirkiyeyê bidin qazanckirin.

Her wiha hat diyarkirin dê Qanûna Welatiyê jî bê guhertin û ji bo penaberan wekî welatiyên TC'ê bên girtin, dê "Pêvajoya Welatiyên Îstisnayî" bînin. Li gorî planê, kesên ku Destûra Îkamît a Çawaniyê yan jî kesên ku Qertên Turkuazê bigirin, divê herî kêm 2 salan li Tirkiyeyê bijîn, piştî Pêvajoya Welatiya Îstîsnaî tijê kir dê mafê welatiyê bi dest bixe.

Piştî ev zarokên sêwî yên Sûriyeyê ji hêla AKP'ê ve tê xwestin wekî welatî bên girtin, "Pergala Dewşirmeyê" ya di serdema Osmaniyan de dihat bi karanîn anî rojevê.

Di serdema Dewleta Osmanî de zarokên xiristiyanan di xizmetên qesrê ên wekî Ocaxa Bostaniyan û Ocaxa Yenîçeriyê de dihatin bikaranîn û ji vê yekê re Pergala Dewşirmeyê dihat gotin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN