DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Li dijî zilma dewletê tev li PKK’ê bû û çîroka azadiya jinê nivîsand

 
4 Tîrmeh
09:08 2016

STENBOL (DÎHA) –Gerîllaya YJA-STAR’ê Gulsum Akinci li dijî zilma dewletê berê xwe çiya û tev li PKK’ê bû. Gulsul di şerê li Colemêrgê yê 1’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Dayika Gulsum Akinci Şîrîn Akinci diyar kir ku keça wê tev li PKK’ê bû û çîroka azadiyê ya jinê nivîsand.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di 1 ‘ê Hezîranê de şer derket. Di şer de gerîllaya YJA-STAR’3e Gulsum Akinci (Silav Rover) jiyana xwe ji dest da. Gulsul di sala,1986’ê li Gundê Roverê yê Navçeya Kerborana Mêrdînê ji dayik bû. Malbata wê jî di sala 1986’an de ku Gulsum ji dayik bû bi PKK’ê re hev nas kir. Piştî Gulsum ji dayik bû 8 sal şûnde di sala 1994’an dewletê gundê wan xera kir. Ji ber dewletê gundê wan xera kir malbata Gulsum Koçî Midyatê kir. Ji ber ku zilma dewletê berdewam kir ji wir jî koçî Edeneyê kir. Ji vir jî dîsa ji ber zextên dewletê û pirsgirêken Aborî koçî Stenbolê kir. Gulsum, ji ber pirsgirêkên aborî hêj 9 salî bû dest ji dibistanê berda û dest bi karê tekstîlê kir. Heta 19 salî karê tekstîllê kir. Dema li Stenbolê bû bi cilê xwe yê herî xweşik tev li Newrozan dibû û pêşengiya pîrozbahiyan dikir. Di 19 saliya xwe de berê xwe da çiyayê azad û tev li PKK’ê bû. Di 01’ê Hezîranê de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê dema bi dewletê re şer kir jiyana xwe ji dest da. Di temenê xwe yê , 22 salî de dîsa vegeriya warê xwe li warê xwe hat definkirin.


Dayika Gulsul Şirin Akinci diyar kir ku wê her dem li dijî zilmê şer kir û çîroka jinê ya azadiyê bi tevlêbûna PKK’ê nivîsand û wiha got: “Gulsum her dem rûbiken bû. Wê westan û rawestan nas nedikir. Hêj bi çûk bû têkşina azadiya jinê meşand. Her dem bi birayê xwe re niqaş dikir û digot jin û mêr wekî hev in.Herî dawî ji jinbira xwe xwest ku kartolan biqelîne û li gel zarokan biçin parkê bixwîn.
Lê ji bo kartolên qelandî yê jinbira wê çêkiiye bixwe dîsa carek din vegnegeriya.

Bav Naif Akinci anî ziman ku keça wî her dem rû l iken bû û bi ruyê xwe yê ken di hiş û aqilan de maye.
Xwişka Gulsum Haşîre Akinci jî anî ziman ku li gel xwişka wan a biçûk bû xwendin û nivîsandin fêrî wan dikir.

(mae)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN