DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ji komuna EKOJIN'ê ber bi Koperatîfa Jinê ya DEMETER'ê ve

 
4 Tîrmeh
09:03 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Jinên ku ji bo aboriya alternatîf zend û bendên xwe badan di bin banê komuna EKOJIN'ê de xwe rêxistin kirin û niha koperatîf ava kirin. Jinên ku hilberînên xwe bi Koperatîfa Jinê ya DEMETER'ê ve kirin fermî di dikana vekirin de dest bi firotinê kirin, ligel zehmetiyên ku dijîn diyar kirin ku bi keda xwe ve hewl didin sîstemeke nû biafirînin û wiha gotin: "Em di nava mekanîzmayeke bê navber xwe diguherîne de ne."

Li Mêrsînê pêvajoya koperatîfbûnê ya ku bi komuna tirşiya îsotê dest pê kir temam bû. Jinan bi Koperatîfa Jinê ya DEMETER'ê ve xebatên xwe kirin fermî û di vî çarçoveyê de di dikana ku vekirin de hilberînên xwe bi etîketa EKOJIN'ê ve derxistin piyeseyê. Çîgdem Goksoy a ku ji destpêka koperatîf û komunê xebatê dimeşîne diyar kir ku bi 250 TL'î ve çûne zeviyê û li vir îsot kirîne, dest bi xebatên xwe kirine. Goksoy wiha got: "Ji zeviyê me bixwe kom kir û piştre jî hilberîna xwe pêş xist. Di çarçaveya xebatên ku me bi tirşiyê dest pê kiriye de riçal, salçe û gelek tişt hilberan û heta îro mezin bûn."

'Li her derê keda jinê heye'

Goksoy da zanîn ku hilberînên xwe yên di bin banê koperatîfî de bi dest dixin li dikana EKOJIN'ê difiroşin û bi awayeke fermî hê dikan venekirine yê hilberînên xwe ji niha ve difiroşin. Goksoy destnîşan kir ku li her derê dikanê hem reng hem jî keda jinan heye, dixwazin di nava meheke de jî bi awayeke fermî dikana xwe vekin. Goksoy destnîşan kir ku piştî ku bi awayeke fermî dikanê vekin dê bikevin nav lêgerînên nû û wiha berdewam kir: "Em ê tenê hilberînê nekin di heman demê de jinan perwerde jî bikin. Ji bo jinan atolyeyên perwerdehiyê em ê vekin û di mijarên 'Di mirovan de nêzîkatiya komunal, nêzîkatiya koperatîfê, tenduristiya jinê, perwerdehiya zarokan' de jinan perwerde bikin.

'Bi kedê me xwest sîstemeke nû biafirînin'

Goksoy da zanîn ku heyecana roja ewil xebatên xwe didomînin, bi her qezencên xwe ve qadên nû yên hilberînê diafirînin. Goksoy got ku pêvajoyeke ku qasî bi heyecan bûn ewqas jî zehmet bû derbas kirine, hêdî hêdî mezin bûne. Goksoy a nirxandina "Em zehmetiyên ku kişan ji bo xwe tu caran wekî barekî nedît" kir wiha axivî: "Jin bi keda xwe ve hewl dan ku sîstemekî biafirînin."

'Me bi hev bawer kir'

Ji damezirinerên koperatîfê Esra Harman Azdîn jî wiha got: "Dema ku dest pê kir weke jin her tim bi hev bawer bûn. Me her tim got dê ev kar bigihîje merheleyeke baş. Me zehmetî kişand lê karê me berfireh dibe. Îhmîmala avakirina atolyeyeke nû heye. Di tekstîlê de 4 jin karên cuda digirin, gelek karên ku me girt jî temam kir. Me koperatîfa xwe ava kir. Piştevaniya me didome û dê bidome jî."

'Em hem hîn dibin hem jî hildiberînin'

Hatîce Şahîn jî got ku atolyeya tekstîlê di şertên gelek zehmet de ava kirine û ev agahî da: "Di hilberînên xwe de pereyê ku qezenc dikin dewrî atolyeyê kir. Hilberînên ku li vir derdikeve hemû bi saya wî kedê derdikeve. Di atolyeya tekstîlê de ewil kostumên dibistanan û karên biçûk me dikir. Nİha jî ji çerşevên otelan heta paçên li ser maseyan gelek karan dikin. Li vir kedeke pir cîdî heye. Karê gelek jinan ne ev be jî hemû jin bûne parçeyeke vê. Em hem hîn dibin hem jî hildiberînin. Dema ku hîn dibin fikrên nû derdikevin û em di nava mekanîzmaya ku her tim xwe diguherîne û pêş dixe de ne."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN