DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jnessa Kober: Jinên kurd gelek nirx li têkoşîna jinên cihanê zêde kir

 
3 Tîrmeh
09:05 2016

AMED (DÎHA) - Jnessa Kober a di heyeta Konferansa Jinan a Cihanê ya hate Amedê de cih digirt bal kişand li ser tiştên ku li Kurdistanê dîtine wiha got: "Li vir em hîn bûn ku mirovên sivîl bi awayete hovane hatine kuştin, gelê kurd jî di bin pêkûtiyeke cidî de ye. Em vê rastiyê di lêkolînên xwe yên li vir de dikarin bibînin." Kober têkîldarî têkoşîna jinên kurd de jî diyar kir ku jinên kurd gelek nirx li têkoşîna jinên cihanê zêde kirine.

2'yemîn Konferansa Jinan a Cihanê di 13-18'ê Adarê de li Katmanduya Nepalê hatibû lidarxistin. Li ser biryara ku li konferansa hatibû wergirtin heyetek hate Amedê û bi gelek rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin pêk anî û nêrînên hev parve kirin. Heyeta ku ji Jnessa Kober, Ulrike Held, Birgit Schuttenberg, Anne Wilhelm û Serpil Kaplan pêk tê ji bo bûyerên li herêmê diqewimin, lêkolînan bikin û bi saziyan re hevdîtinan pêk bînin hatin Amedê di encama lêkolînên xwe de dê raporekî amade bikin û bi raya giştî re parve bikin.

'Sivîl tên kuştin'

Jnessa Kober a di heyetê de cih digire tiştên ku di encama çavdêriyên xwe de tîne vegot û wiha axivî: "Em der barê rewşa vê derê de gelek tişt hîn bûn. Tiştên ku em hînbûn bi rastî jî tirsnak e. Li Almanyayê di çapemeniyê de tiştên ku nîşanî me didin wekî PKK 'terorîst' e ye û artêşa tirk jî li hemberî vê rêxistinê şer dike. Lê em li vir hîn bûn ku mirovên sivîl bi awayeke tirsnak tên kuştin, gelê kurd di bin pêkûtiyeke cidî de ye. Em rastiya vê di lêkolînên xwe yên li vir de dikarin bibînin."

'Li dijî jinan şerek hatiye destpêkirin'

Kober bilêv kir ku li Kurdistanê bi taybetî li dijî jinan şerek hatiye destpêkirin û wiha berdewam kir: "Me dît ku li vir gelek jin rastî tecawîzê hatine, gelek rastî êrîşan hatine hema ku li hemberî jinan şerek hatiye destpêkirin. Em ê têkîldarî vî mijarê bi jinên vê derê û yên li Almanyayê de di nava têkîliyan de bin û piştevaniyê bidin bidin. Me dît ku jinên li vir li dijî êrîşan çiqas bi hêz in vê gelek bandor li ser me kir."

'Em ê li dijî binpêkirinan têbikoşin'

Kober destnîşan kir ku di serî de şaredarên jin, gelek şaredar hatine girtin, di demeke dirêj e di girtîgehan de ne ji bo vê yekê şermezar bikin dê plansaziya çalakiyan bikin. Kober got ku dîsa ji bo ev şer bê rawestandin hem jî têkîldarî binpêkirinan dê bi hikûmeta Almanyayê re bikevin nava hewldanan.

Kober bang li hemû jinên cihanê jî kir û wiha got: "Werin em bibin yek. Di serî de êrîşên li dijî jinan pêşiya şeran bigirin."

'Em weke jin alîgirên têkoşîna azadiya gelê kurd in'

Serpîl Kaplan a di heyetê de cih digire jî diyar kir wan dîtina li hemberî gelê kurd êrîşên cidî hene û wiha berdewam kir: "Em mafê gelê kurd ê ku qedera xwe tayîn bike nas dikin. Ji ber ku şer pir bi awayeke hovane tê meşandin. Tenê ne li çolteran li metropalan jî tê meşandin. Em bûne şahidê vê yekê. Me di zindanan de jî di çalakiyan de jî dît. Ji ber vê yekê jî em xwe ji qedera gelê kurd cudatir nabînin. Em weke jin alîgirên têkoşîna azadiya gelê kurd in." Kaplan anî ziman ku heta ku têkoşîna azadiya jinê bi têkoşîna azadiya gelê kurd re neba yek dê bi ser nekeve.

'Şerkirina jinên kurd di refên pêş de nîşaneya sekna bi rûmet e'

Kaplan bilêv kir ku di şer de jinên kurd di refên pêş de cih digirin û ev yek gelek tiştan dide têkoşîna azadiya jinan û wiha got: "Li Tirkiyeyêdi etvgerên şoreşger de tevlîbûna jinan a têkoşînê xwedî dîrokeke kevn e. Lê li vir di merhaleya ku şer gihîştiye de jinên kurd bêhtir hatin dîtin. Ji ber vê yekê jî şerkirina jinên kurd gelek watedar û nîşeneya sekna birûmet e û gelek nirx li têkoşîna jinên cihanê zêde kirine."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN