DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jineke din jî ji hêla hevjînê xwe ve hat qetilkirin

2 Tîrmeh
16:38 2016

ANTALYA (DÎHA) - Li Kepezê mêrê bi navê S.S yê ku ew û hevjîna xwe ji hev qetiyan, bi hinceta dê pê re biaxife gazî wê dike û bi tivingê, dayika 3 zarokan a bi navê O.S'yê qetil kir.

Li Kepeza Antalyayê mêrê bi navê S.S. (44) hevjîna xwe O.S. dayika 3 zarokan bi tivingê qetil kir. S.S. bi hinceta dê pê re biaxife heta Parka Kziliyê ya Kepezê gazî O.S.'yê dike û li wir wê qetil dike. Li ser vê polîsên ku hatin cihê bûyerê S.S binçav kirin.

Cenazeyê O.S. şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Antalyayê û derbareyê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN