DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Encu: Ya ku li Şirnexê pêk tê tofan a AKP'ê ye

 
2 Tîrmeh
09:16 2016

ŞIRNEX (DÎHA) – Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu da zanîn AKP’ê dixwaze navê Şirnexê biguhere ev yek hamleyeke polîtîk e û tişta ku AKP’ê li Şirnexê dike li dijî gelê kurd tofan e.

Piştî berxwedana Şirnexê ya li hember êrîşên hêzên dewletê ya zêdetirî 100 rojan niha guherandina navê bajêr di rojevê de ye. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu der barê planên li ser Şirnexê tên kirin de axivî û got planên AKP’ê yên taybet li ser Şirnex hene. Encu da zanîn ku heya niha ji sedê 80’ê bajêr hatiye hilweşandin û sedema vê yekê jî rihê Şirnex ê berxwedêr e.

‘Di kesayeta gelê Botanê de peyam dan Kurdistanê’

Encu diyar kir ku di berxwedana gel de hêzên dewletê derketine derveyî hiquq û wijdanê û axaftina xwe wiha domand: “AKP’ê di êrîşên li dijî bajar û gelê Botanê de xwest peyamê bide gelê kurd.”

Encu diyar kir ku guhertina navê Şirnex ku dixwazin bikin, “Şehr-î Nûh” hemleya AKP’ê ya polîtîk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keştiya Hz. Nûh piştî tufanê li Cûdî bi cih bûye. Di eslê xwe de piştî ku Hz. Nûh rastî tofanê hatiye li Şirnex bi cih bûye lê AKP’ê dixwaze li Şirnex tofanekê pêk bîne.”

'Gelê me dê hesaba îşkenceya li ser cenazeyan tê kirin bistîne'

Encu herî dawî der barê îşkenceya li ser ciwanên kurd ên berxwedêr pêk tîne jî axivî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi van kiryaran dibêjin li ber xwe nedin an em dê weke van li we jî bikin. Ev nêzîkatiyên barbarî û wehşîtiyê ne. Hesaba îşkenceya li ser cenazeyên zarokên me tê kirin dê ji aliyê gelê me ve were stendin.”

(kom/no/sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN