‘Qayûma fîlî li hemberî şaredariyên DBP’ê di dewrê de ye'
ŞIRNEX (DÎHA) - Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret têkîldarî hewldanê hikûmeta ji bo tayînkirina qeyûman a şaredariyan diyar kir ku ji ber ku hikûmeta AKP'ê bi siyaseta demokratîk nikare şaredariyên DBP'ê bi dest bixe bi awayekî nehiqûqî bi gotina "teqez hûn ê me hilbijêrin" hewl dide dest dayne ser şaredariyan. Îmret destnîşan kir ku hikûmetê bi awayekî fîlî qeyûm xistiye dewrê.
Hevşarara Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Cizîrê ya Şirnexê Leyla Îmret, der barê mijara qayûmê ya ku tê xwestin li hemberî şaredariyên DBP'ê pêk bînin de axivî û diyar kir ku êrîşên li hemberî rêveber û şaredarên DBP'ê berî "qedexeya derketina kolanan" destpê kiriye. Îmret piştrast kir ku hikûmeta AKP'ê di şexsê hilbijêran de êrîşî gelê kurd dike û dixwaze bi vê riyê vîna gel bişkêne.
‘Vîna sedî 93 tune tê hesibandin’
Îmret diyar kir ku wan sedî 93 dengê gelê Cizîrê girtiye, lê hikûmeta AKP'ê vê yekê red dike û dibê 'îlahî hûnê min hilbijêrin' vê yekê dispêre gel û ev tişt got: "Bi propagandayên bê bingeh ên wekî 'şaredariyên DBP'ê piştgiriyê didin terorê' û dixwazin bi vê riyê dest daynin ser vîna gel. Lê mufetîşên wan jî ji bo van tewanbariyan piştrast bike tu delîl bi dest nexist. Her çendî 'pêwistî bi lêpirsînê tune' bê gotin jî zext berdewam dikin."
‘Bi awayekî fîlî karê şaredariyê dimeşînin’
Îmret di dewama axaftina xwe de got 5-6 meh e dest danîne ser xebatên şaredariya wan, pêkanînên di demên dawî de jî dide nîşan ku bi riya qanûnê qayûmê dixin meryetê. Îmret bi lêv kir karên wan hatine destaserkirin û wiha pêde çû: "Piştî qedexe hat rakirin pirsgirêkên binesaziyê divê şaredarî çareser bike, lê îro qaymeqamî vê xebatê dide meşandin. Dîsa hemû Cizîr wekî 'qada bi xeter' îlankirin jî tê wateya 'ez dê karûbarên endezyariyê jî nedim we.' Ji xwe gelek kar bê destûr tu nikarî bikî û ji bo her xizmetê divê tu destûrê bixwazî, ew jî gelek caran tê red kirin."
‘Ji têkoşîna jinê ditirsin’
Îmret aşkera kir ku yek jî armanca AKP'ê ew e pêşî li têkoşîna azadiya jinên kurd bigire û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Îro dema li hejmara hevşaredarên girtî bê mêzekirin, ên herî zêde hatine girtin û ji peywîrê hatine dûrxistin hevşaredarên jin in. Teqes têkoşîna jinê ji bo xwe xeter dibînin."
Îmret herî dawî destnîşan kir ku bi têkoşîna azadiya jinê re îro di her saziyekî de temsîlyeta jinê tê dîtin û axiftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber wê jî destpêkê jin bi êrîşan re rû bi rû ma û hatin girtin. Hemû xebatên jinê, dîsa têkiliyên jinê yên bi gel re ji bo xwe xeter dibînin. Îro di pêşengtiya jinê de civakek tê guhertin, ji bo wê jî li hemberî têkoşîna jinê hewldaneke bi vî rengî derdikeve holê."
(ms)