Ji Walîtiya Sêrt gefa 'em dê mudaxaleyî' HDP'ê bikin
SÊRT (DÎHA) - Piştî rêxistina HDP'ê ya Sêrtê xwest bi beşdariya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş xarina fitarê bide, ji Waliyê Sêrtê gefa "em dê mudaxaleyî" HDP'ê bikin hat.
Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê xwest bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Parka Orhan Dogan fitarê bide, lê Waliyê Sêrtê gefa "em dê mudaxaleyî" HDP'ê bikin xwar.
HDP'a Sêrtê ji bo xarina fitarê îro bide di 28'ê hezîranê de serî li walîtiyê dabû. Lê walîtiyê bersiva gefxwarinê da HDP'ê. Bersiva duh ji hêla Alîkarê Walî Ceyhun Dilşad Tekîn ve hat dayîn de hat gotin ku "em ê mudaxaleyî" HDP'ê bikin.
Gefa 'Em dê mudaxale bikin'
Di bersivê de ev tişt hat gotin: "Heke rêveçûna trafîkê bê astengkirin, ji bo aramiya welatiyan xira nebe li Parka Orhan Dogan li darxistina bernameyê ne pirsgirêk e, lê heke dik û hwd. bê avakirin û bi pergala dengdanê, deng bê derxistin, li parkê pîne û ên wekî vê ku pesnê rêxistinê didin bên daliqandin, li gorî hejmara qanûna 2911'an dê li hemberî bernameya mijara gotinê mudaxale pê kirin."
(ms)