DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinan Zîlan bi bîr anîn

 
1 Tîrmeh
08:22 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Li navçeyên Qoser û Artukluyê Zeynep Kinaci (Zîlan) ya ku di 1996'an li Dersimê di çalakiyê de jiyana xwe ji dest da hate bîranîn.

Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Mêrdînê li navçeyên Qoser û Artukluyê yên Mêrdînê Zeynep Kinaci (Zîlan) ya ku di 1996'an de li Dêrsimê di êrîşa fedaî ya li dijî polîsan jiyana xwe ji dest da bi bîr anîn. Di bîranînê de gelek welatî jî amade bûn.

ARTUKLU

Li Taxa Îstasyon a Artukluyê li Navenda Çanda Elî Temel bi tevlîbûna jin, zarok û gelek kesan bîranîn pêk hat. Di salona ku bîranîn pêk hat de wêneyên, Leyla Şaylemez, Sakine Cansiz, Fîdan Dogan, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Sêvê Demîr, Asya Yuksel, Taybet Înan û wêneyên Zilan û Sema Yuce hatin daliqandin. Di salonê de pankartên "Şehîdên me rûmeta me ne" û " Şehîd nayên ji bîrkirin" hatin vekirin. Beriya ku bernameya biranînê destpê bike ji bo kesên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Li vêderê Hevseroka Meya-Der ya Mêrdînê Gulbeyaz Guneş axivî. Guneş, kesên ku li hember dewletê li ber xwe dane bi bîr anî û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em di kesayetiya Zîlan de li ber hemû jinên berxwedêr bejna xwe ditewînin. Roj ne roja tirsê, roja yekbûnê ye. Îro tenê artêşek heye ew jî artêşa ku jin tê de cih digirin PKK ye. Em soz didin ciwan û jinên xwe em ê pergala faşîst tine bikin."

Piştî axaftinê pêşandan sînevîzyonê hate kirin û piştre nameya Zîlan hate xwedin. Bername bi diruşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

QOSER

Bi heman armanca li Mala Gel ya Şehdavut Yalçinkaya Qoserê bi tevlîbûna Parlementera HDP2ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û gelek welatiyan bîranîn pêk hat. Di bîranînê de sînevîzyon û dansa ji aliyê Hunermendên Navenda Çand û Huner a Elî Temel ve hatiye amadekirin hat pêşandan.
Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim axaftinek kir û Zîlan bi bîr anî. Piştî axaftina Yildirim Koroya Zarokan ya Navenda Çanda Elî Temel ya Qoserê derketin ser dikê. Bername bi diruşmeyên "Şehîd namirin " û "Bijî serok APO" bi dawî bû.

(kom/no/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN