DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinan li Mêrsînê Zîlanê bi bîr anî

 
30 Hezîran
15:49 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Koordînasyona KJA'yê ya Mêrsînê, Zeynep Kinaciya PKK'yî ya li Dêrsimê çalakiyeke li dar xist û jiyana xwe ji dest dabû, di 20'emîn salvegera wê de bi bîr anîn.

Zeynep Kinaci (Zîlan) ya PKK'yî ya di 29'ê Hezîrana 1996'an de li Dêrsimê çalakiyek li dar xist û jiyana xwe ji dest da, li Mêrsînê ji hêla Kongreya Jinên Azad(KJA)'yê bi çalakiyekê hat bibîranîn. Bîranîna ku li avahiya HDP'a Bajêr hat lidarxistin, li gel rêveberên HDP'î gellek welatî beşdarî wê bûn. Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê endama KJA'yê Çîgdem Goksoy axivî û diyar kir ku mîrateya ku Zîlanan hiştiye, îro li her çar aliyên Kurdistanê jinan ew dewr girtiye.

Goksoy dest nîşan kir ku ew dê wek jinan her xwedî li wê mîrateyê derbikevin û bidomînin. Goksoy wiha got, "Em dê bi zîlaniyî li hemberî êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê derbikevin."

Piştî axaftinan çalakî bi pêşandan sînevîzyonê û muzîkê bid awî bû.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN