DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Şoreşa Rojava dibe îlham

 
30 Hezîran
09:05 2016

ENQERE (DÎHA) - Şoreşa Rojava ya ku di warê siyasî de bala hemû cihanê dikişîne di heman demê de ji bo huner û wêjeyê jî dibe îlham. Hunermend Servet Dilgeş ê ji bo Arîn Mîrkan û Ebû Leyla yên di şerê Rojava de pêşengî kirin stran nivîsand diyar kir ku divê şoreşgen bên jiyandin û ew ê bi stranan albumekî derxîne û dahata albumê jî bide Komeleya Rojava.

Şoreşa Rojava ji bo kesên ku jiyana alternatîf digerin di warî siyasî de bala hemû kesan dikişîne û di heman demê de di warê wêje û hunerê de jî dibe îlham. Hunermend Servet Dilgeş ê ji bo Şoreşa Rojava hin stran û belgefîlm amade kiriye ji bo pêşengên şoreşê jî stran nivîsand. Dilgeş herî dawî ji bo Ebû Leyla yê ku di operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest da stranek nivîsand. Dilgeş bilêv kir ku di 9-10 saliya xwe de ji dengbêj û dayika xwe bi bandor bûye û Şakiro, Karapetê Xaço, Şiyarê Biro wekî îdolên wî ne.

'Feysal Ebû Leyla sembolekî şoreger e'

Dilgeş qala strana ku ji bo Feysal Ebû Leyla yê di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da kir û wiha got: "Dema ku min di merasîma cenaze de keça Ebû Leyla dît ji bo min têgihiştina cihanê ew wêne bû û wê demê ji bo Ebû Leyla hestên xwe nivîsand."

Dilgeş anî ziman ku Ebû Leyla ji bo cihaneke azad ji zarokan re bihêle têkoşiyaye û bi taybetî jî mîrateya li Kobanê hiştiye şîn dibe. Dilgeş bal kişand gotina Ebû Leyla ya "Bavê te ji bo siberojên we yê azad şer dike" ya ji keça xwe re nivîsandiye jî bi bîr xist û wiha got: "Malbata xwe hiştiye û ji bo hemû zarokên azad têdikoşe û cane xwe daniye holê û bû sembolekî şoreşger. Ebû Leyla ji bo azadiyan têkoşiya. Ez jî bi vî sekna wî ya şoreşger bi bandor bûm û min stran nivîsand."

'Arîn Mîrkan hêza pêşeng a jinê danî holê'

Dilgeş ji bo Arîn Mîrkan a di şoreşa Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakîpêk anî jî strana "Stêrka nemir, şehîda nemir" nivîsandiye û der barê sedam vê de jî wiha axivî. "Bi hezaran salan e jinên ku di bin zilm û pêkûtiyê de tu mafên wan tuneye û wekî hebûneke duyemîn hatine nîşandan têkoşîna 40 salah ev qalib hemû ji holê rakir. Hêza pêşeng a jinê ya di nava civakê de derxist holê. Dema ku mirov rastiya Rojava dinêre Arîn Mîrkan vî pêvajoyê şênbertir dike. Arîn Mîrkan bi şehadeta xwe ve rola hêza pêşeng a jinê girtiye li ser milê xwe."


Dilgeş da zanîn ku ew ê stranên ku dinivîsîne bike album û daha albumê jî bide Komeleya Rojava.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN