DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Bi 'Kurdîlit'ê dê êdî dinya hay ji wêje û çanda kurdî hebe

 
30 Hezîran
09:04 2016

RÊDÛR DÎJLE

AMED(DÎHA)
- Ji bo li Tirkiye û qada navneteweyî xuyanîtiya berteng a li ber wêje û çanda kurdî ku wek kêşeyeke sereke ye ji holê rabe, piştî xebateke dûr û dirêj 'Kurdîlit: Tora Wêje û Weşangeriya Bi Kurdî Li Tirkiyeyê' bi alîkariya gelek sazî, dezgeh û komeleyên kurdî û navneteweyî hat sêwirandin û bi civînekê danasîna wê hat kirin.

Li Tirkiyeyê di warê wêje û weşangeriya kurdiya kurmancî û kirmanckî di van salên dawî de her çiqas geşedanek hebe jî, lê bo wek zimanekî kurdî ku yek ji zimanê vê xakê yê herî kevn û dêrîn e, meriv dikare bibêje ku li Tirkiye û qada navneteweyî di vî warî de bi awayekî zêde bertengiyek heye û xebatên di vî warî de yên hatine kirin têr nakin. Ev têrnekirin û geşedanên heyî ji hêla gellek sazî, dezge, komele, weşanger, weşanxane û nivîskaran kurdî hatin ferqkirin. Û bi alikarî û piştevaniya nexasim Navenda Hunerê ya Diyarbekirê (DSM), Weşanên Lîsê, Literature Across Frontîers (LAF), literary europe live, Sîvîl Duşun(Bernameya Ewropoyê), Co-funded by the Creative Europe Programme of the European Union'ê û gellek sazî û dezgehên din pêdiviya sêwirandina 'Kurdîlit: Tora Wêje û Weşangeriya Bi Kurdî Li Tirkiyeyê' xwe da der.

Mebesta 'Kurdîlit'ê ew e ku zanyariyên heyî yên têkildarî ekterên wêje û çanda bi kurdî ya rojaneyî li cihekî bide ser hev û li gel tomarkirina zanyariyên rojaneyî û esas ên têkildarî ekterên (weşanger, nivîskar, wergêr, sazî û dezgehên ziman û wejeyê) ên li Tirkiyeyê di warê wêje û weşangeriya kurdî de xebatên wan didomin, bi awayekî online arşîv bike. Her wiha ev tor armanc dike ku di navbera van ekteran û ekterên wejeyê yên li Tirkiye û Ewropoyê jî tevkariyê û bo civatên li Tirkiye û Eropayê yên bi wêjeya kurdî re eleqedar in danasîna kereste û daneyên bi dest ketî bike, da pêwendî û ragihandina di navbera civatên wêjeyê de geş bibe. Her wiha bi vê re mebest ew e ku ji bo berhemên bi kurdî bo zimanên cîhanê bên wergerandin.

Raporta helsengandinê ya malpera 'Kurdîlit: Tora Wêje û Weşangeriya Bi Kurdî Li Tirkiyeyê' ya ku di navbera mehên Sibat û Pûşperê yên 2016'an de di encama hevdîtinên bi gelek nivîskar, wergêr, weşanxane û nûnerên kovaran hat amadekirin de, li Eywana Resepsiyonê ya Sumer Parkê ya Amedê bi civîneke danasîniyî hat aşkere kirin. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, hevserokên Komeleya Nivîskarên Kurd Yildiz Çakar û Mehmet Devîren, Sekreterê Giştî yê PEN'a Kurd Omer Fîdan jî di nav de gelek nivîskar, wergêr, weşanger û wêjehez beşdarî civînê bûn.

Di civînê de pêşî şêwirmendê xebatê û berpirsiyarê Weşanên Lîsê Lal Laleş axivî û bo beşdarvanan bi kurtasiyî mebesta pêşnûmayê vegot û dest nîşan kir ku belkî bi saya vê torê edeba kurdî, weşangeriya kurdî li Cîhane belav bibe.

Piştî Laleş ji Navenda Hunerê ya Diyarbekirê (DSM) û Koordinatora Pêşnûmaya Malpera Kurdîlit'ê Mukadder Ezel Yilmaz qala pêvajoya amadekirina malperê kir.

Her wiha di civînê de Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli jî axivî. Anli diyar kir ku di van şert û şirûtên zehmet de xebatên bi vî rengî pir girîng in û da zanîn ku ew wek şaredarî her girîngiyê didin xebatên bi vî rengî û dest nîşan kir ku ew niha ji bo xebatên zimanî amadekariya budçeyekê dikin û dê ev budçe di sala 2017'an de di vî warî de xwe bide der. Her wiha Anli got, ew soz didin dê heta dawî piştevanî û alîkariya xebatên bi vî rengî dikin û malavayiya kesên ku di vê xebatê de tevgeriyane kirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN