DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Yuksekdag: Ne 'operasyona tîryakê' operasyonên koçberkirinê tê meşandin

 
28 Hezîran
15:24 2016

ENQERE (DÎHA) - Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag di Civîn Koma partiya xwe ya di meclîsê de axivî, diyar kir ku li Licê di bin navê "tîryak" de daristan tên şewitandin û aşkera kir ku heta niha 50 hezar donim erdê herêmê hatiye şewitandin. Yuksekdag banga "ew zeviyên heşîşê çend metreyan dûrî qereqolan e, agahiyê wê jî bidin" kir û destnîşan kir ku dixwazin bi van hincetan gelê herêmê koçber bikin û ji bo avakirina qereqolên nû daristanan dişewitînin.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, li meclisê bi koma jinên hevalên xwe re axivî. Yuksekdag, bal kişand ser zexên li ser Rojnameya Ozgur Gundemê û got kesên nobed girtine hatine girtin û der barê wan de doz hatine vekirin.

Yuksekdag got "piştgirî û xwedîderketina wan hêz û wêrekiyê dede me" û aşkera kir ku têkoşîna azadiyê ya Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci xwedî wateyeke mezin e û wiha pêde çû: "Jinên di salên 90'î de di bin çavan de bi îstismarê re rû bi rû diman, baweriya xwe bi mamoste Şebnem tanîn û bersûc derdixistin holê. Ew her dem li gel kesên zexhetî dikişandin bû. Berî 3 meha dema li ser jêrzemînên wehşetê qedexe rabû, cara ewil Şebnem çû wir."

Yuksekdag di axaftinên xwe de berxwedana karkerên jin ên Avonê jî silav kir û wiha dirêjî da axaftinen xwe: "Hevalên meyên jin ên ku bi awayekî bêmafî ji kar hatin derxistin, ev meh û nîvek e di berxwedanê de ne. Li hemberî berxwedan wan desthilatdarî û patron ker û lal in. Çapemeniya bi hişmendiya mêr tevdigere berxwedanê nabîne."

'Orhan Dogan sembola berxwedanê ye'

Yuksekdag bi ninasebeta 9'emîn salvegera mirina siyasetmedarê kurd Orhan Dogan de, Dogan jî bi bîr anî û destnîşan kir ku duh zextên li hemberî Dogan û wekîlên DEP'ê pêk dihatin, îro li hemberî wekîlên HDP'ê pêk tên.

Yuksekdag got Orhan Dogan sembola siyaseta demokratîk e û ev tişt anî ziman: "Dogan sembola berxwedana meya ku têk neçûyî ye. Siyasetmedarekî ku tevahiya jiyana wî bi îşkence û di girtîgehan de berbas bûyî ye. Orhan Dogan sembola berxwedana meya îro ye jî. Hêzên desthilatdariyê zextên ku duh li wan dikirin, îro dixwazin li HDP'ê bikin. Kesên duh vîna Orhan Doganan neşikand, dixwazin îro vîna me bişkênin. Lê her roja ku dixwazin be biqedînin, bixwe diqedin."

'Em ê neçin cem dozgerên ku Qesrê tayîn kiriye'

Yuksekdag têkîldarî mijara gazîkirina parlementerên HDP'ê ji bo îfadeyê jî wiha got: "Ji bo îfadeyê gazî me dikin. Me ji bo îfadeyê biçin kû derê? Dixwazin em biçin cem dozgerên ku ji aliyê Qserê ve hatine tayînkirin û tu bawerî bi wan tuneye. Li pêşberî me darazekî serbixwe nîne. Ji bedê 70 bawerî bi vi darazê nîne û dixwazin em îfade bidin vî darazê. Em ê hesab bidin gel. Jinên ku em hilbijartine. Mekanîzmayên darazê bûye pêlîstokê qesrê. Darazekî serbixwe tuneye. Daraz di asta herî jor de siyasî bûye. Mafê wan ê ku me bidarîzinin tuneye."

Yuksekdag der barê pêşnûmeya qanûnê ya duh hevdîtinên wî dest pê kir jî diyar kir wekî "reform" tê nîşandan lê ev "tevgera vebijartinê ye" û mudaxalekirina darazê ye û ev yek jî ji aliyê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ve hatiye îtirafkirin.

'Qesr bi mekanîzmaya keya û qeyûmê ve dewletê bi rêve dibe'

Yuksekdag li ser hewldanên tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên DBP'î jî axivî û destnîşan kir ku îxtidara ku li aliyeke hewl dide wan derxînin derveyî meclîsê li aliyê din jî dixwaze şaredarên DBP'ê jî bêbandor bike. Yuksekdag bilêv kir ku mekanîzmayên ku derfetên rêveberiya demokratîk derxînin ji holê hatin rakirin û Qesr bi mekanîzmaya keya û qeyûmê ve dewletê bi rêve dibe. Yuksekdag wiha berdewam kir: "Fedî nakin. Li cihên şaredariyên DBP'ê hene, AKP'ê ji sedî 10 jî deng negirtiye. îxtidarekî ku li cihênj i sedî 10 jî deng negirtiye hewl dide şaredariyan desteser bike heye. Dibêjin em ê ji bevilê we bînin. Di esasê xwe de ev gel dê wî herama ku hûn dixwin dê ji bevilê we bîne. Li wan şaredariyan bi mehan e lêkolîn dikin ye qutiyekî pêlavan a tijî pere jî nidît. Butçeya ku ev şaredarî ji dewletê digire bacên ku gel dide ye. Hûn mafê kê nadin kê. Butçe ji baca ku ji me digirin pêk tê. Ev di psîkolojiya Delî Dumrul de ne. Li hemberî gel nebin asteng bes e. Tankên xwe vekişînin, pêwîst nîne butçe jî nedin. Ev şaredarî dikarin xizmetê bidin gel."

'Kesê di Qesrê de tiştên ku duh got îro alast û daqultand'

Yuksek têkîldarî peymana Tirkiyeyê ya bi Îsrailê re û lêborînxwestine ji Rûsyayê jî ev tişt anî ziman: "Lingên wî pêlî erdê nake, nikare pêlî bike. Tirkiye û Rûsya kirin dijmin. Bi salan e bi Îsraîl re li ser rageşiyê siyasetê dikin. Yê Qesrê Îsraîl wekî dewleta terorê dît. Gote em ê bi dewletekî terorîst ve lihev nekin. Îro tiştên ku dibêje alast ê daqultand. Vê yekê jî wekî serkeftina demokrasiyê nîşan dide. Bi aqilên mirovan ve henekê xwe dikin. Peymana bi Îsraîlê re di esasê xwe de gazaxwezayî ya Filistinê girtin û firotina Tirkiye û Ewropayê ye. Heqê zarokên Filistinê yên sewî mane ji Filistinê digire û ji bo vê peymanê çêdike. Tişta ku ji siyasetê fêm dikin ev in. Bi vî rewşa rezîl a di nav de ne ve pesnê xwe didin. Ji ber krîza bi Rûsyayê re jî lêborîn xwestin. Qet nebe xwe nexin rewşekê komîk. Ji bo kuştina pîlotekî tu lêborînê bixwaze dê çi bibe. Ev siyaset bi wan dide windakirin. Îro dibêjin qey bi ser ketine lê winda dikin."

'Li Licê operasyona şewitandina daristanê heye'

Yuksekdag li hemberî operasyona ku li Licê di bin navê "operasyona tîryakê" tê meşandin û şewitandina bi hezaran donim daristanê jî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku operasyona şewitandina daristanê didin meşandin. Yuksekdag wiha got: "Li Licê 50 hezar donim daristan hate şewitandin. Hûn li nûçeyan dinêrin dibêjin li Licê kenevîr hate şewitandin. Bila derewên we binerd be. Nabêjin 50 hezar donim daristan hatine şewitandin. Bersivî bidin pirsa ku ew zeviyên kenewîrê çiqas dûrî qereqolan e. Bersiva vê bidin. Fînda wa dê heta eşayê jî."

Yuksekdag di axaftina xwe de bi munasebeta salvegera darvekirina Şêx Saîd de ew jî bi bîr anî. Yuksekdag kesên li Madimakê hatin şewitandin jî bi bîr anî û got ku ew ê çi dibe bila be hesab bipirsin.

(sa-ms)






Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN