DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Orkestraya zarokan derket pêşberî temaşevanan

 
28 Hezîran
14:46 2016

AMED (DÎHA) - Orkestraya Rîtmên Xwezayî di çarçoveya bernameyên dawiya salê ya Konservatuara Aram Tîgran de derhet ser dikê.

Barnemaya dawiya salê ya Konservatuara Aram Tîgran bi temaya "Em dengê Munzurê, dengê Heskîfê ne, ruhê Sûrê ne" ya dê 3 rojan bidome li Salona Şanoyê ya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel, malbatên zarokan û gelek zarok beşdarî bernameyê bûn.

Orkestraya Rîtmên Xwezayî ya ji 88 zarokan pêk tê û ji aliyê hunermend Şerko Kanîwar ve tê birêvebirin derket ser dikê. Orkestrayê bi starên gelerî ve demên xwe temaşevanan da jiyandin. Stranên zarokan eleqeyeke mezin dîtin û temaşevanan bi deqîqeyan li ser piyan li çepikan dan.

Xwendekarên Konservatuara Aram Tîgran li Atolyeya Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wêneyên ku zarokan li Sûrê kişandin hate pêşandan.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN