Di teqîna li mizgeftê de 7 mirî 22 birîndar
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li mizgefta Ebû Xerîb ya Bexdayê ya li Iraqê de duh dane êvarê êrîşeke xwekujî pêk hatibû, di encamê êrîşê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.
Tundî û kuştinên li bajarê Bexdayê ya Iraqê bi dawî nabe. Duh di saetên êvarê de li hemberî Mizgefta Ebû Xerbî êrîş pêk hatibû bi mizgef bûbû gola xwînê. Der barê bûyerê de Berdevkê Operasyonên Bexdayê Seed Meen ragihand ku duh li herêma Zêdan li mizgefta Ebû Xerîb di dema ku gel nimêj dikir êrîşeke xwekujî pêk hatiye. Meen aşkera kir ku ji cemaeta mizgeftê herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên derdorê. Tîmên ewlehiyê yên ku hatin cihê bûyerê li hember êrîşa 2'emîn bergiriyên ewlehiyê sitendin.
(ms)