DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên wanî: Em nahêlin dest bidin îradeya me

 
28 Hezîran
11:48 2016

WAN (DÎHA) - Jinên wanî li hemberî pêkanînên AKP'ê yên desteserkirina şaredariyên DBP'î bertekên xwe dan der û wiha gotin, "Me bi îradeya xwe ew hilbijartin û anîn ser kar, lê bes em dikarin wan bi îradeya xwe ji peywirê bigirin."

Jinên wanî yên li hemberî desteserkirina şaredariyên DBP'î bertekên xwe dan der dest nîşan kirin ku, tu kes nikare dest bide îradeya gel. Ji welatiyan Mîne Bayik anî ziman ku dê gelê kurd tu carî dev ji berxwedanê bernede û wiha got, "Îradeya me nahsebinîn û êrîşan dikin. Kurdan nahesibînin, lê em dê li hemberî vana rawestin."

'Me bi îradeya xwe ew hilbijartin'

Ji jinan Gurbet Nîşo wiha axivî, "Me wan bi îradeya xwe hilbijart û anî ser kar. Lê bes em dikarin wan ji peywirê bigirin." Nîşo diyar kir ku ew li hemberî mafên wan î hilbijêriyê derbe pêk hatiye û ew dê wek jinan bi tu awayî destûra vê nedin.

'Em wan nasnakin'

Meryem Komur dest nîşan kir ku ew dê destûrê nedin ku tu kes dest bide îradeya wan û wiha got, "Dê me bitengijînin, em ava wan jî naxwazin. Em wan nasnakin. Dê karmend were vir çi karî bike? Em karmendên ku dê bên bi tu awayî qebûl nakin." Asmîn mat jî wiha bertek nîşan da, "Bila dijmin nekeve nav me." Jiyan Aşan jî dest nîşan kir ku dê gelê kurd li hemberî tasfiyekirina îradeyê li ber xwe bide.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN