DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Li qiraxa Ava Rû jiyanê dihûnin!

 
28 Hezîran
11:37 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnexê welatiyên ku ji ber êrîşên qirkirinê qatin koçberkirin li gundê Cîfanê û derûdora wê bi pêşengiya jinan jiyana nû dihûnin. Malbatên ku li qiraxa Ava Rû bi jiyana xwezayî çanda xwe didomînin bi gotina "ji dewletê tu hêviyên me tuneye" bi biryar in ku jiyana ku înça dikin bi hevre bidomînin.

Welatiyên ku ji ber êrîşên hêzên dewletê ya li hemberî Şirnex û Cizîrê carake din koçber bûn vedigerin gndên xwe yên ku di salên 90'an de ji ber êrîşan hatine valakirin, li vir jiyana nû bihevre înşa dikin. Yek ji van gundan jî gundê Cîfanê ye, li vir jiyan bi gotina welatiyan ve li qiraxa Ava Rû bi pêşengiya jiyan ve ji nû ve tê hûnandin. Guhê nêzî 70 malbatên ku li vir in ji agahiya Şirnexê bê ye.

Li vî gundê ku welatî çanda xwe didomînin de li kuliyên bi pelên çilo çêdikin li benda roja rabûna qedexeyê ne. Zarok jî bi jiyana gund ve hewl didin ku bandora şer li ser xwe bavêjin.

Ava Rû ya gundê Cifanê dike du parçe ji bo zarokan hem cihê hênikbûnê hem jî cihê lîstikê ye. Ava cem ji ber ku sarinc tuneye rola sarincê jî dilîze, welatê hem ava vexwarinê li vir digirin hem jî pêdiviyên xwe yên çandiniyê jî bi cih tînin.

Jinan ji nû ve înşa kirin

Jinên ku wir rola pêşeng dilîzin serê sibehê dest bi rojê dikin. Jinên ku bizinên xwe didoşin, piştre meşkên xwe datînin mehîra xwarina taybet a Botanê ye çêdikin ji bo fitarê amade dikin. Ji ber ku welatî li vir dûrî nexweşxaneya ne jin wan derman dikin. Jinên ku gihayên bi şîfa kom dikin dem dikin, zarokên xwe ji nexweşiyan diparêzin.

Dayika bi navê Sîtî Tunç a 72 salî diyar kir ku piştî ku qedexe rabûye û vegeriyaye Cizîrê dîtiye ku mala wê hatiye xirakirin, zarokên wê li Cizîrê ne yê ew û hevserê xwe li vir mane. Tunç wiha got: "Me gelek caran mal çêkir dewletê bi ser me de hilweşand. Ez her tim dibêjim ji bo me ya girîng nirxên me ne. Heke me çanda xwe neda jiyankirin heta niha ma kurd dima? Tişta ku ez ji zarokên xwe re bihêlim ziman û çanda min e."

'Tu bendewariya me ji dewletê nîne'

Welatiyê bi navê Alî Pusat ê ku beriya 8 mehan ji Şirnexê derketiye jî wiha got: "Tişta ku min xemgîn dike ne hilweşandina mala min e. Li Şirnexê ciwanên me bi artêşê re rû bi rû man. Ya ku me xemgîn dike mirina van fîdanan e. Derdê me yê wekî mal an jî tişt nîne. Axa ziwa be jî em dikarin wê şîn bikin. Tu bendewariya me ji dewletê nîne."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN