DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Li gel zarokên Sûrê xebatên hunerî

 
28 Hezîran
10:13 2016

AMED (DÎHA)- Hunermendên fransî bi zarokên li Sûr û Wargeha Şengalê re di atolyeya wêne û muzîkê de demên kêfxweşî derbas kirin.

Hunermêndên fransî yên bi rêya Şaredariya Rennesê ên li ser navê Koma Piştevaniya Kurdistanê ya Broyenyayê bo piştevaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin bajêr. Piştî hin hevdîtinan bi zarokan re hatin gel hev. Zarokên li Sûr û Wargeha Şengalê yên temenê wan di navbeyna 9-15 salan de, beşdarî xebatên wêne, muzîk û vîdeoyî bûn. Organizasyona ku ji hêla Kîbar Suvarî û Bariş Seyîtvan ve hat kirin, li Mala Dengbêjan atolye hat li darxistin.

Atolyeya ku ji hêla Françoîs Legeoît, Gael Le My û Tony Rublon ve hat lidarxistin, 3 hefteyan dewam kir.

Françoîs Legeoît diyar kir ku ji ber ew bi zarokan re hatine gel hev kêfxweş in. Legeoît qala tesîra hunerî ya li ser zarokan jî kir û wiha got: "Zarok bi çêkirina wêne û kêşandina wêneyan kêliyekê be jî travmaya şer li ser xwe davêjin."

Her wiha wêneyên ku di encama atolyeyê de hatin amadekirin dê di 29'ê hezîranê saet di 18.00'an de li Park Ormanê bên pêşandan.

Wêne: Kîbar Suvarî

(red/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN