DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Çikûs' hat pêşandan

 
27 Hezîran
09:17 2016

AMED (DÎHA)- Xwendekarên atolyeya Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê listika şanoyî "Çikûs"a Molîereyî ya bo kurdî hatibû wergerandin, lîstin.

Atolyeya şanoyê ya ku 6 meh berê ji hêla Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû destpêkirin bi dawî bû. Xwendekarên atolyeyê lîstika bi navê "Çikûs" a Molîereyî ya ku bo kurdî hatibû wergerandin û derhêneriya wê ji hêla Elvan Koçer ve hat kirin, lîstin. Di lîstika şanoyî ya ku li Eywana Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin hat pêşandan de bi giştî 10 xwendekarên atolyeyê têde rol girtin.

Piştî pêşandana lîstikê, lîstikvan ji hêla ji hêla lîstikvanên Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatin pîrozkirin û bo wan çiçek hatin dayîn.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN