DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Jiyan li dora meşkê xweş e

 
27 Hezîran
09:13 2016

ÇEWLIG (DÎHA) - Malbata Gurkan a li mezrika Xîzginosê ya Dara Hênê sewalkariyê dike li dijî jiyana kapîtalîzmê jiyanek xwezayî û çanda civaka komunal dijîn. Malbat, ji berhemên şîrê pez; mast, penêr û rûnê nîvişk çêdikin û jiyanê li dora meşkê geş dikin. Ji malbata Gurkan Dayika 48 salî Hanim Gurkan diyar kir ku ew çanda meşkê diparêzin û wiha got: "Dewê herî xweş dewê meşkê ye. Ji ber vê yekê li gel hemû dijwariyan ez çanda meşkê diparêzim û li meşkê xwedî derdikevim.

Li mezrika Xîzginosê yê navçeya Dara Hênê ya Çewlikê malbata Gurkan li dijî hemû zordariyan çanda sewalkarî û koçeriyê diparêzin. Malbata Gurkan ligel çanda koçerî û sewalkariyê, çanda meşkê jî diparêzin. Gundê malbata Gurkan di sala 1994'an de hat şewitandin. Malbata Gurkan di sala 2004'an de dîsa li gundê xwe vegeriyan û di xaniyê 2 odeyî de dijî. Malbata Gurkan ku ji 11 nifûsê pêk tê, debara xwe bi sewalkariyê derbas dikin. Debara malbatê li ser şîr û qatixê 50 bizinan e. Serê sibê saet di 05.00'an de bizinan derdixin çêrê û heta êvarî wan diçêrînin. Malbat ji şîrê bizinan mast, penêr çêdikin. Ji mastê bizinan jî dew û rûnê nivîşk çêdikin. Malbata Gurkan ji ber dolaba cemedê bikar nînin, di bahçe de hawizê sarincê çêkirine û hemû qatix, mast û penêrê xwe di vî haxizê zikê axê de vedişêrin û diparêzin.

Kar û bar li ser milê jinan e

Li zozan û gundan piraniya kar li ser pişt û milê jinan pêş dikeve. Jin hem bizinan didoşin, hem jî şîrê bizinan heyvan dikin. Ji şîr mast û penêr çêdikin. Ji mast jî bi meşkê dew û rûnê nivîşk çêdikin. Jinên ku serê sibê radibin paqijiya derdorê dikin, mastê ku rojek berê heyvan kirine bi meşkê dikin dew. Serê sibê luqluqa meşkê li zinaran olan dide û newayek xwezayî li derdorê belav dike. Ev dengê meşkê aramiyê dide mirovan. Ji malbata Gurkan herî zêde kar li ser pişta dayika 48 salî Hanım Gurkan dimeşe. Li aliyekî karê malê dike, li aliyê din dew li meşkê dixe û dew û runê nivîşk çêdike. Hanim Gurkan danê sibê û danê esir bizinan dide bêrî û şîrê wan didoşe. Şîrê bizinan germ dike û bi heyvan dike mast. Mastê bizinan roja din li leşkê dixe û dike dew û rûn. Di saetên serê sibê de rojê 2-3 saetan dew diklê. Piştî dew dikilê rûn û dew ji nava hev derdixe û di çerên cuda de diparêze.

Ji dew keşkê çêdikin

Dewlê meşkê dikelînin û ji dew lorik û keşkê çêdikin. Rojê 7-8 saetan bi parzûn dimisilînin. Piştî hemû ava xwe berdide xwê dikin û dixin çêr û kwîzan û di bin axê de diparêzin.

Kîloya keşk û lorikê bi 11 TL, kîloya rûnê nîvişk jî bi 30 TL ye

Gurkan, destnîşan kir ku her çend şertê gund ji bo wê zor û zahmet be jî dew û rûnê meşkê gelek xweş e û gund aramiyê dide wê. Gurkan anî ziman ku tama dew û qatixê pez bi tu teamên cîhanê nade û ew dewê meşkê û rûnê sewalan ji bo tenduristiyê gelek baş e. Gurkan, bilêv kir ku armancek wê jî parastina çanda meşkê ye.

Gurkan, anî ziman ku her çend xwedîkirina bizinan zahmet be jî ew debara xwe bi sewalkariyê dikin û bi vê yekê kêfxweş in. Gurkan, bilêv kir ku li gelek gundên herêmê qedexe tên îlankirin û ew bi fikarin ku herêmê wan jî bê qedexekirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN