'Tayînkirina qeyûm darbe ye'
ENQERE (DÎHA) - Hiqûqnasan li hemberî hewldana tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan nerazîbûn nîşan dan. Sekreterê Giştî yê ÎHD'ê Hasan Anlar diyar kir ku tayînkirina qeyûm darebeyekî sivîl e û bi vî rengî mafê bijartinê ya gel dê ji destên wan bê girtin. Parêzer Muharrem Şahîn jî bi lêv kir ku tayînkirina qeyûm dê kaosa civakî derxîne.
Hikûmeta AKP'ê ev salek e bi şerê derxist ve bajaran tune dike li aliyê din jî siyaseta demokratîk tasfiye dike. AKP a ku îradeya gel a li meclîsê bi rakirina destnedayînan ve dixwaze bêdeng bike hedefa wî ya dawî jî şaredarên ku bi milyonan dengan ve hatine hilbijartin e. AKP'ê şaredariyên DBP'î kiriye hedef û amadekariya tayînkirina qeyûm dike ji ber vê yekê jî rastî nerazîbûnên tund tê. Hiqûqnasên ku li hemberî vî yekê nerazîbûn nîşandan diyar kirin ku mafê bijartin û hilbijartinê ya gel ji destên wan tê girtin.
Sekreterê Giştî yê ÎHD'ê Hasan Anlar diyar kir ku bi rêbazê qeyûm ve ev yek li hemberî şaredariyên DBP'î wekî amûrekî pêkûtiyê tê bikaranîn û ev jî tê wateya hiqûq bi niyetekî xirab tê bikaranîn. Anlar bilêv kir ku heke têkîliya şaredariyan bi rêxistinê re hebe wê demê ya ku bikeve nava hewldanan dozgeriyên komarê ne, li ser raporên ku ew amede dikin Wezareta Karên Hundir dikarin şaredaran ji peywir bigirin.
'Mafê hilbijêran ji destên wan tê girtin'
Anlar got ku heke bi qeyûman şaredar ji kar bên girtin wê demê tu watela hilbijartinên herêmî tuneye, mafê hilbijartin û bijartinê ya hilbijêran ji destên wan tên girtin. Anlar da zanîn ku ev li dijî demokrasiyê hewldana darbeyê ye, hewldana rakirina rêveberiyên herêmî ye û dê wekî lekeyekî reş derbasî dîroka Tirkiyeyê bibe.
Êrişa li dijî îradeya siyasî ye
Parêzer û Seroka EMEP'ê ya Enqereyê Îlke Işik destnîşan kir ku şaredarên ku îradeya gel in ji peywir digirin ev li diî îradeya siyasî êrîş e. Işik anî ziman ku ev rêbazekî sîstema demokrasiyê ji holê radike ye ji holê rakirina mafê dengdayînê ye.
'Dê bibe sedema kaosê'
Parêzer Muharrem Şahîn jî got ku lihevkirina civakî bi hiqûqê pêkan e ji ber vê yekê jî ev pêkanîn tê wateya xirakirina nîzama civakê. Şahîn derbirî ku tayînkirina qeyûman dê bibe sedema kaosa civakî di nava civakê de şikestinên mezin pêk bîne. Şahîn got ku wekî ku hemû kes dizane mefetîş şaredariyên DBP'î kontrol dikin me dît ku tiştên ku îdia dikin di dozan de nîne, nêzîkatiyekî kêfî ye.
(sa)