Yuksekdag: Li dijî gelê kurd şerê taybet ê tunekirinê tê meşandin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Mîlanoyê di panela ku tevil bûyî de axivî û got ku li hember gelê kurd şerê taybet ê tunekirina nijadî tê meşandin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag li bajarê Mîlano yê Îtalyayê tevlî panelê bi mijara, "Li Rojhilata Navîn Rola Jinê" hatiye lidarxistin bû. Yuksekdag di panelê de bal kişand ser êrîşên li hember gelê kurd û wiha axivî: "Li dijî gelê kurd şerê taybet ê tunekirina nijadî tê meşandin. Sedema vê zilmê ew e ku hêzên dewletê naxwazin gelê kurd, derdorên çepgir û demokratîk di siyaseta Tirkiyeyê de bibin hêzek navendî. Tu dem Tirkiyeyê di navbera xwe û gelê kurd de wekheviyek pêk neaniye û xwe wek hev nedîtine."
'Tirkiye demek dirêj e êşa guhertinê dikêşe'
Yuksekdag got ku Tirkiye demek dirêj e êşa guhertinê dikêşe û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em bi sedan salan in di bin desthilatdariya leşkerî û rewşên awarte de dijîn. HDP'ê xwest riya polîtîk û azadiyê veke û niha Tirkiye êşa guhertinê dikêşe.
'Şerê li Tirkiyeyê tenê di serdema Hîtler û Mussolînî hatiye dîtin'
Yuksekdag, wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Heke li Tirkiyeyê hilbijartin bi awayekî demokratîk bihatana kirin, dê HDP'ê hêj zêdetir deng bigirta. Ev ji bo me pêşketineke baş e lê ji bo rejîma AKP-Erdogan kabûs e. Di 7'ê Hezîranê de li hemberî desthilatdariya Erdogan şer hat destpêkirin. Di nava salekî de pêkanînên ku di rejîmên dîktatorî de tên dîtin pêk hatin. Ev şerê ku li Tirkiyeyê tê meşandin tenê di rejîmên Hîtler û Mussolînî de tên dîtin. Mirov bi zindî hatin şewitandin. Jinên pîr û zarok di zikên dayikên xwe de hatin kuştin."
'Li Liceyê daristan tên şewitandin'
Li hemberî gelê kurd şerê tunekirinê tê meşandin. Dema ez li vir diaxivim li navçeya Licê ya Amedê daristan tên şewitandin. Tenê sedemeke vê zilmê heye, ew jî bihêzbûna hêzên çepgir, sosyalîst û gelê kurd ya li hemberî desthilatdariya navendî ye. Di tevahiya dîrokê de kurd wekî xwe pênasekirin."
Beşa ku HDP wan temsîl dike, beşa herî xizan û di aliyê aboriyê de tengasiyan dikişîne ye. Hem mafên wanên polîtîk û hem jî mafên wanên aborî nehatine naskirin. Naxwazin ev beşa wekî partiya 3'emîn di meclisê de bên temsîlkirin. Ev hêz di heman demê de li hemberî hemû êrîşan beşa herî xwedî rêxistinê ye."
(no/ms)