DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Piştî 7 mehan ji nû ve xebatên hunerî didin destpêkirin

 
25 Hezîran
09:14 2016

AMED (DÎHA) - Li Amedê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê a ku 7 meh in di bin dorpêça hêzên dewletê de ye û ji aliyê hêzên dewletê ve hat gulebarankirin, tê restorekirin û şopên şer li ser xwe diavêje. Xebatên hunerî yên ku ev 7 meh in ji ber dorpêçê hatiye rawestandin jî dê piştî cejnê dest pê bike.

Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê şopên şer li ser kevirên dîrokî radike. Ev 7 meh in "qedexeya derketina kolanan" li navçeya Sûrê ya Amedê berdewam dike. Hêzên dewletê heta 9'ê adarê navçeya Sûrê topbaran kir, ji wê rojê heya niha jî bi makîneyên kar xirab dike.

Navend hat gulebarankirin

Gelek cihên dîrokî ji vê ruxanê para xwe girtin. Yek ji van cihan jî Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê ya li ser riya Melîkahmet cih digire ye. Her çendî li taxa ku Navenda Çandê têde 6 rojan qedexe berdewam kiribe jî, navend ji aliyê hêzên dewletê ve hat gulebaran kirin, avahiya wê ya ku bi sedan salê heye zirar dît û peykerên di hewşê de şikestin. Deriyê navendê bi guleyan qul qulî bûbû. Li ser dîwarên navendê şopên toz, dûman û barûtê mabûn.

7 meh xebatên hunerî hatin rawestandin

Di dema şer de xwendekar û hunermendan nedikarîn bikevin nava Sûrê û hunera xwe bikin. Qasî 7 meh in çalakiyên hunerî li navendê nayên rêvebirin.
Heman demê de Navendê ji malbatên ku zarokên wan di nava Sûrê de hatîn qetilkirin û bi mehan mayîn li erdê malûvanî kir. Malbatan qasî 4 mehan li Navendê ji bo cenazeyên zarokên xwe nobet girtin. Li her derek ya navendê rondikên çavên dayîkan û hesreta di dilê wan de heye.

Dê piştî cejnê dest bi xebatan bikin

Piştî van hemû zor û zehmetiyan Navend ev 2 hefte ne dest bi restorasyonê kirine û restorasyon ber bi xilasbûnê ve diçe. Dê restorasyon heta hefteya pêşiya me xilas bibe û piştî cejna Remezanê dest bi kar û barê hunerî bên kirin. Xwendekar û hunermendên Navendê li benda vekirina cihê xwe ne.

(bî/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN