DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Guven: Hûn nikarin bi memûran vîna gel teslîm bigirin

 
25 Hezîran
09:12 2016

AMED (DÎHA) - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kir ku îxtidara AKP'ê dixwaze bi riya Qeyimê şaredariyên DBP'ê desteser bikin û wiha got: "Hikûmet bi qeyimê êdî ji rê derketiye. Gel vîna xwe di şaredariyan de dibîne. Gel dê bi hêsanî cih û warê xwe bi destê memurê dewletê de bernede. Dewlet bi memûrê xwe nikarin vîna gel dîl bigirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, tekildarî tayînkirina memuran a bi riya qeyime ku bi fermana Serokomar Erdogan pêk tê, bertek û helwesta xwe anî ziman. Guven, anî ziman îxtîdara AKP'ê dixwaze bi riya qeyimê şaredariyên DBP'ê ji destê wan bigirin û bi vê yekê li dijî gelê Kurdistanê êrişên îmhayê pêk tinin. Guven, anî ziman ku gel destûr nade ku dewlet bê vina wan û şaredariyên wan desteser bike û wiha got: "Gel dê li vîn û şaredariyên xwe xwedî derkeve. Ji ber ku rêveberiya herî baş rêveberiyên herêmî ku erk û ferman di destê gel de be ye. Îxtîdara AKP'ê 14 salin li ser rêveberiyên herêmî zextên mezin dimeşîne. Armanca sereke ya li dijî rêveberiyên herêmî yên li Kurdistanê naxwaze vîn û hêz di destê gel de be. Tirkiye ji ber vê yekê şertê Yekîtiya Ewropa ya Rêveberiyên herêmî erê nekiriye."

Dixwaze bi riya Qeyimê vîna gel desteser bikin. Ev polîtikayên AKP'ê yên qeyimê ne nû ne. Dixwazin bi riya qeyima bi hêzanî li Cizîr, Sîlopya, Nisêbin, Gever û herêmên din hespên xwe bibezîne. Lê dê gel destûr nede ku karmendên dewletê vîna gel dagir bike. Dixwazin hemû şaredariyan bi Wezareta Derdor û Bajarvaniyê ve girê bidin.
Lê gel şaredardiyên xwe û vîna xwe bi destê memûrê dewletê de bernade. Niha li navçeya Miksê ya Wanê keyayên 3 gundan bi riya Qeyimê guhertine. Lê gelê kurd vê polîtîkayê qet qebûl nake. Ev plana AKP'ê ya hilweşînê ye û ev plan bi ser nakeve.


(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN