Di bahozê de 98 kesan jiyana xwe ji dest da
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hat ragihandin ku li rojhilatê Çînê li eyaleta Ciangsuyê ji ber baran, bager û bahozê kerî kêm 98 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku li rojhilatê Çînê li eyaleta Ciangsuyê ji ber baran, bager û bahoza ku di saetê de leza wê digihîje 100-125 kîlometreyî herî kêm 98 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 800 kesî jî birîndar bûn. Li gorî zanyariyên berdest li gelek herêmên jiyangehê ji ber baran û bagera dijwar pir kes asê mane û nêzî 2 milyon kesî ji vê buyerê bandor bûne.
Wezareta Karên Sivîl a Çînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di vê bager û bahoza ku li derdora bajarê Yançingê pêk hat de ji ber baran û zîpikê 200 jê giran 800 kes birîndar bûn. Ji sala 1996'an û vir ve afata herî bi bandor e.
Hat îdiakirin ku berpirsên meterolojiyê li hemberî hişyarkirina lezgîn a bager, bahoz û baranê dereng man. Her wiha li herêmê xebatên lêgerîn, rizgarkirin û karên tahliyekirinê bê navber didome.
(ms)