DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Sakik: Qeyûm ruhê 12'ê îlonê ye

 
23 Hezîran
09:02 2016

AYŞE KURAN

AGIRÎ (DÎHA)
- Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik da zanîn ku dê der barê nîqaşên bi cih kirina qeyûman a di şaredariyan de ku tê kirin de gelê kurd bêdeng nemîne û wiha got: "Bi hilbijartinan tiştên ku nekaribûn bi dest bixin, bi riya kayyûman dixwazin bi dest bixin. Ev rêbaz di serdema faşîzma 12'ê îlonê de pêk dihat. Îro tişta ku dixwazin bikin ev yek e."

Li dijî pêkanînên bêhiqûqî yên AKP'ê ku amedekariyan dike qeyûman di şaredariyên DBP'ê de bi cih bike her ku diçe bertek zêde dibe. Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik da zanîn ku nîqaşên kayyûmê tê wateya êrîşên topyekûn û wiha got: "Pêkanîna niha ku li ser nîqaş tê kirin, berdewama cûntaya faşîzma 12'ê îlonê ye. AKP'a ku bi rêya hilbijartinê tiştên ku winda kir, dixwaze bi rêya kayyûmê bi dest bixe. Dixwazin şaredariyên ku me kedek mezin bi dest xistine ji me bigirin. Di navbera pêkanînên îro û 12'ê îlonê de tu cûdahî nîne. Wan rojan jî hevşaredar ji pewirê hatibûn girtin û ji dêlva wan ve leşker hatibûn bicihkirin. Îro jî tişta ku tê xwestin bikin ev yek e. Bi ruhê 12'ê îlonê kayyûman dê di şaredariyan de bi cih bikin û vîna gel tune dihesibînin."

'Qeyûm çareserî nîn in'

Sakik anî ziman ku pirsgirêka kurd bi polîtîkayên çewisandinê nayê çareserkirin û wiha dom kir: "Dixwazin bi mijara rakirina destnedayinên parlementeran û bicihkirina kayyûmê ya di şaredariyan de bitirsînin. Bila her kes vê yekê bi awayekî zelal bizanibe, di mijara kurd de tengkirina hemû qadan, nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Pêngava ku tenê AKP divê pêk bîne ew jî vegera maseya çareseriyê ya ku di sala 2013'an de hatibû destpêkirin e."

'Kurd dixwazin di şaredarî û parlementoyan de xwe bi rêve bibin'

Sakik anî ziman ku li holê ye ku AKP li Kurdistanê di polîtîkayên ku dimeşîne de xitimiye û wiha pêda çû: "Li Tirkiyeyê polîtîkayên bi hişmendiya sedan salî nehatiye guhertin. Lê kurd jî êdî kurdên ku di serdema komarê de mane nîn in. Kurd jî dixwazin wekî hemwelatiyên wekhev bijîn. Kurd dixwazin di şaredarî û parlementoyan de xwe bi rêve bibin."

'Hemû şaredariyên me mewziyên ku bi kedê hatine qezenckirinin'

Sakik herî dawî li dijî qeyûman wiha bang li gel kir: "Me şaredariyên xwe bi kedekî mezin qezenc kir. Bi taybetî jî hemû Tirkiye dizane ku me çawa Şaredariya Agiriyê bi dest xistiye. Gelê me li ber xwe da. Em ê şaredariyên ku qezenc kirine nedin wen. Divê mijarê de me mal bimal geriyan û bersiva dest nedin vîna me da. Dê gel bêje em ê kayyûmên we nas nekin. Ez bawer dikim ku gelê me di vê mijarê de bi hêstewar e."

(go)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN