DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Dayîkên Aştiyê daxwazên xwe dubare kirin

22 Hezîran
16:05 2016

STENBOL (DÎHA) - Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê çalakiya xwe ya bi armanca azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û vegera mutabakata Dolmabahçeyê dane destpêkirin, cara 33'yemîn pêk anîn.

Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê çalakiya xwe ya bi armanca azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û vegera mutabakata Dolmabahçeyê dane destpêkirin, cara 33'yemîn li ber Qesra Dolmabahçeyê hatin cem hev. Koma pankartên, "Dayîk rê nadin şer" û "Em dixwazin maseya li Dolmabahçeyê hatiye belavkirin cardin bê avakirin. Em dayîk in, kurd in, tirk in, laz in, çerkes in, ereb in lê dayîk in" vekir, bi kurdî, tirkî û îngîlîzî dowîzên, "Jin şer naxwazin, "Ji mutabakata Dolmabahçeyê re sadiq bin" û "Bila tecrîd rabe muzakere dest pê bikin" hatin rakirin.

Berî çalakiyê polîsan kontrola nasnameya kir û destûr neda hemwelatiyê bi navê Dogan Ozkan ê ku her hefteyê tev li çalakiyê dibû. Dayîkan piştî çalakiya rûniştinê derbirîn ku dê çalakiya xwe bidomînin.

(eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN