DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên Şengalî KDP şermezar kirin

22 Hezîran
10:02 2016

ŞENGAL (DÎHA) - Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî polîtîkaya KDP'ê ya li hemberî jinên êzidî şermezar kir û li dijî van polîtîkayan banga hevgiriyê kir.

Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê bi daxuyaniyekê bal kişand ser polîtîkayên KDP'ê yên li hemberî jinan. Di daxuyaniyê de rola KDP'ê ya di Fermana 74'an de hate bibîrxistin û wiha hate gotin: "Di vê dema ku em nêzî salvegera fermana 74'an a li ser ol, dîrok, çand, jin û zarokên Êzîdxanê hatiye kirin dibin de, birînên me wekî jin careke din di van rojan de vedibin. Ji ber bi hezaran jin û zarokên Êzîdxanê hîna di bin rehma hovîtîya DAIŞ'ê de dijîn. Bi taybet berî demekê di destpêka rojiya Remazanê de 19 jin û zarokên Şengalê bi agirê hovitiya DAIŞ'ê li ber çavê hemû mirovatiyê di qefesên hesin de hatin şewitandin. Em vê bêdengiya li hember hovitiyê wekî erêkirinek li hember keç û jinên Şengalê dibînin. Wekî jin divê em ji her demê bêhtir yek bin."

'Bila tu jin nebin hevalbendên siyaseta KDP'ê

Di daxuyaniyê axaftina rêvebereke PDK'ê ya bi navê Çinar Seet a wekî, "Fermana bi serê êzidiyan de hatî pêşî li jinên êzidî vekir ku dengê xwe bigihînin cîhanê" hate bibîrxistin û ev tişt hatin gotin: "Seet di axaftina xwe de mînaka Nadya Mûrat daye û gotiye, 'Eger DAIŞ nebûya, kesên weke Nadya Mûrat di nava raya giştî ya cîhanê de nedihat naskirin'. Em weke Jinên Şengalê û Êzîdxanê van daxuyanî û şîroveyên Çinar Seet rast nabînin û qebûl nakin ku jineke kurd bibe berdevka siyaseta qirêj a PDK'ê li hemberî jinê dimeşîne."

Di daxuyaniyê de van tiştan cih girt: "Hevkariya PDK'ê ya bi DAIŞ'ê re, ku ferman li Şengalê rakir, ji aliyê her kesî ve tê zanîn. PDK'ê bi tenê bi hiştina civaka Şengalê re bû sedem ku ewqas jin û zarok bikevin destê DAIŞ'ê. Bû sedem ku DAIŞ di sedsala 21'an de vê hovîtiyê bîne serê jinê. Em dibêjin, li şûna ku em wek jin hev du reş bikin, divê em hev du bigirin û bi pêş bixin. Tu jin divê xwe neke hevalbendên DAIŞ'ê hevkarên wî. Weke Meclîsa Jinên Şengalê, ku îradeya jin a rêxistinî temsîl dikin, dixwazin Çinar Seat lêborîna xwe li ser vê nirxandina xwe ya bi zîhniyeta mêr hatiye hûnandin, bi taybet ji Nadya Mûrat û hemû jinên Şengalê bixwaze. Em bang li hemû rêxistinê jinan ên li Başûrê Kurdistanê dikin ku li hember nêzîkatiyên PDK'ê ku ji bo siyaseta xwe ya qirêj bide meşandin jinan dikin amûr, divê hestiyar bibin."

(eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN