DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Hemû kar û bar bi keda jinê tê kirin

 
22 Hezîran
09:23 2016

HATAY (DÎHA) - Jin bi navê Mutlu Ofkelî ya ku beşeke jiyana xwe bi xebatê derbas dike, da zanîn xebat ji bo jinan gelekî zehmet e û ev tişt got: "Mekanîzmaya afrîneriyê li ser hişmendiya mêr şekil girtiye, ev hişmendî herî zêde jî mekanîzmaya afrîneriyê ye û dê di her qada jiyanê de cih bê girtin û bê zanîn."

Di qada xebatê de welatê herî zêde xebata jinê lê nayê dîtin yek jî Tirkiye ye, her roja ku derbas dibe jin di mekanîzmaya kar de xwe zêdetir didin hîskirin. Jina bi navê Mutlu Ofkelî ji 18 saliya xwe vir ve 22 sal e jiyana xwe bi xebatê derbas dike, ji ber pirsgirêkên aboriyê zanîngehê di nivî de dihêle û dest bi xebatê dike. Ev 22 sal e Ofkelî di sektora kar de dixebite.

'Ji ber tacîzê min karê xwe ava kir'

Oflelî li ser zehmetiyên di qada kar de derketine pêşiya wê axivî, da zanîn ku ew demeke dirêj li Eskîşehîrê di gelek cihan de xebitiye, di van saziyan de gelek pirsgirêk jiyan kiriye, ji ber wê xebateke wê ya demdirêj çê mebûye û li cihê xebitiye di demên kurt de jê veqetiya ye. Ofkelî piştrast kir ku ew gelek caran bi tacîza xwediyên kar re rû bi rû maye, piştî ev tacîz demek dirêj dubarekirine wê piştre dest bi karê xwe kiriye û kargeh ji bo xwe vekiriye.

'Xebata xwebixwe gelekî baş e'

Ofkelî aşkera kir ku piştî bi salan di bin ferzkirinên karmendan de sebitiye, vê yekê gelek jêre zehmetî derxistiye, li ser vê kargeha bi navê Koylu Kafe vedike. Ofkelî da zanîn di kargeha wê de herî zêde xarinên herêma Hatayê tên firotin û ev tişt got: "Ez pereyê xew bi xwe saz dikim û di bin mineta patronan de nînim." Ofkelî diyar kir ku berhemên wekî reçel, rûnê zeytûnan, şirûbên fêkiyan salçe û hwd. hemû bi awayekî kolektîf tên afirandin û hemû ji herêma Hatayê ne.

Ofkelî herî dawî destnîşan kir ku dema nû dest bi xebata kargehê kiriye, gelekî zehmetî kişandiye, lê piştre ji hevalên xwe yên jin piştgirî girtiye, li ser vê gelek astengî derbas kiriye.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN