Karkerên DEDAŞ'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
AMED (DÎHA) - Li Amedê karkerên DEDAŞ'ê yên ku ji kar hatine derxistin. Rayedarên DEDAŞ'ê ji karkeran re gotin ku ji bo wan cardin bêxin kar divê dev ji sendîkayê berdin. Li ser vê yekê karkeran li ber avahiya DEDAŞ'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Li Amedê karkerên DEDAŞ'ê ji bo ku destheka mesaî, xwarin û rê bistînin beriya sê hefteyan serî li rayedarên DEDAŞ'ê dabûn û di encamê de ji kar hatibûn derxistin. 110 karker îro bi Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglu re çûn ber avahiya DEDAŞ'ê. Di vê navberê de gelek polîs û wesayîtên zirxî jî li ber deriyê DEDAŞ'ê kom bûn. Piştî vê yekê komek karker ji bo bi rayedarên DEDAŞ'ê re hevdîtinê bikin çûn hundirê avahiyê. Li gor agahiya karkeran rayedaran ji wan re gotiye heya hûn dev ji sendîkayê bernedin em dê we cardin nexin kar.
Li ser vê nêzîkatiya rayedarên DEDAŞ'ê karkeran li ber avahiyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
(no)