Demîrtaş: Ji ber ku Ozgur Gundemê sûcên wî anî rojevê hedef e
ENQERE (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma partiya xwe de axivî û li dijî girtina navên ku ji ber piştevaniya Ozgur Gundemê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ji ber ku rojnameyê sûcên li Cizîr û Sûrê anîn rojevê hatiye hedefgirtin. Deîmrtaş diyar kir ku Tirkiye di paşerojê de li hemberî Îsraîl, Sûriye û Rûsyayê gotinên tund dikir lê îro dîsa hewl dide têkîliyan dayne û wiha axivî: "Dema ku min wê demê gotibû biçin Moskowê û bi diyalogê çareser bikin serokwezîrê ji peywir hate girtin ji min re gote xayînê welat. Lê niha ew nameyên bi girî ji Putîn re dişînin. Hinekî bi exlaq bin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîno koma partiya xwe de têkîldarî rojevê geşedanên rojane nirxand.
Bal kişand li ser rewşa penaberan
Demîrtaş ewil têkîldarî 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a cihanê axivî. Demîrtaş wiha got: "Li gorî hiqûqa me ya Tirkiyeyê yên ku ji başûr an jî rojhilat tên nikarin ji hiqûqa penaberan sûdê werbigirin. Tenê statuya penaberan ên ji Ewropayê hatine tê qebûlkirin. Li cihanê 24 penaberan welatê xwe terikandine, ji wan 3 milyon li Tirkiyeyê ne. Lê ji wan 260 kes li kampên AFAD'ê ango kampên penaberan ên dewletê dimînin. Yên din li derve ne."
'Penaber li dijî Ewropayê wekî şantaj tên bikaranîn'
Demîrtaş wiha berdewam kir: "Heta niha AKP'ê polîtîkaya penaberan pêk neaniyê, kesê li Qesrê û AKP'ê çima 3 milyon kes girtin welat. Tu gumana me tuneye ku mirovan hez nake. Ji pere hez dike em vî dizanin. Gelo 3 milyon kes çima qebûl kir? Ya yekem hîn herêmên diyar ên Sûreyê bêmirov kirin û li wan deran ji bo rêxistinên çete qada îxtidarê ava bikin. Ya duyemîn bi qebûlkirina penaberan ve mudaxalekirina Sûriyê ji bo xwe heq dîtin. Ya sêyemîn ji bo şantajkirina Ewropayê ev mirov wekî amûr hatin bikaranîn. Dramên mirovan pêk anîn û li dijî Ewropayê şantaj pêk anî. Yê ku berê penaberan da Ewropayê jî ew bixwe ye.
Ya çaremîn jî guhertina demografyayê ye. Li herêmên wekî Mereş û Dersimê pêşiya koçberiyê ve dike û dixwaze penaberên ku di pêşerojê de deng bidin wî bi cih dike. Li xeta Sûriye û Tirkiyeyê jî bajarên bi vî rengî ava dike û bi vî rengî bi bajarên nû ava dikin ve dixwazin rewşa siyasî jî biguherînin. Wekî din jî hêza kar a derveyîqeydî bi kar bînin."
'Ozgur Gundem ji ber ku sûcên wan derdixe holê hedef digirin'
Demîrtaş li hemberî girtina Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci. rojnamger Erol Onderoglu û nivîska Ahmet Nesîn ên piştevanî dan rojnameya Ozgu Gundemê jî nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Her roj li rojnamgeran lêpirsîn tê vekirin. 39 rojnamger girtî ne. Ev tişt me şoq nake. Lê girtina duh gelek cuda ye. Ji bo ku piştevaniyê bidin rojnamegerên hatine girtin û gerînendeyê weşanê yên giştî ku der barê wan de doz hatiye vekirin rojevê gerînendetiya weşanê kirine. Di derxistina rojnameyê de berpirsyar nînin. Şebnem Korur Fîncanci li Tirkiyeyê pisporê herî navdar ê tipa edlî ya Tirkiyeyê ye. Erol Onderoglu û Ahmet Nesîn ên ku ji bo azadiya çapemeniyê bihistiyar nêzîk bûne.
Li hemberî va kesan kîn û operasyonekî taybet heye. Îhtîmal heye ku di destê kesê di Qesrê de lîsteyek heye. birêz Şebnem ji bo qatlîama li Cizîrê bê bêlgekirin gelek xebat meşand û rapor amade kiribû. Kesê di Qesrê de ew hedef nîşan dabû. Niha tê fêmkirin ku di destê vî begî de lîsteyek heye. Rojnameger, hiqûqnas kî ku pêkanînên wî yên nehiqûqî belge dike ji bo ji wan hesab bipirse lîsteya xwe rojane dike. Ew jî baş dizane ku di van dosyayan de tu girtin tuneye. Operasyona tirsandinê ye.
Çima Ozgur Gundem? Ji bo ku sûcên we yên li Sûrê derdixe hûn tolê dgirin? Hûn dikarin necibînin lê hûn nikarin yên ku piştevaniyê didin bigirin."
'Hêza darazê ya di destê wan de têrê nake hê jî ditirsin'
Demîrtaş bal kişand bidestxistina daraza Tirkiyeyê ya ji hêla AKP'ê ve û wiha pêde çû: "Hêza darazê ya di destê wan de hê jî têra wan nake û bi vî halî jî ditirsin. Hefteya borî cihê 3 hezar 726 dozger û dadgeran guhertin. Wezîrê Edaletê yê nû ev lîsteya guhertinê biriye HSYK'ê û li gor destnedayîna parlementeran cihê wan guhertin. Ev yek dîsa ji bo akademîsyenan kirin. AKP'ê heya îro qedroyên xwe ne afirandibûn. Cemaetê qedro digehandin wan jî dianîn ser kar. Niha jî parêzerên xwe bi awayekî bê hiqûqî kirin dozger û dadger."
'DGM ji nû ve dê werin'
Demîrtaş diyar kir ku kanûnê derbarê Dadgeha Bilind û Şûreya Dewletê de anîne meclîsê nîşaneya ji nû ve anîna DGM'ê ye û axaftina xwe wiha domand: "Dİxwazin bi pêşnûmeya dawî careke din DGM bînin ser kar û ger ev yek pêk were dê êdî mirov nekare li Tirkiyeyê qala edaletê bike."
Demîrtaş li ser mesrefên ku Erdogan ji dayînên veşartî dike jî rawestiya û axaftina xwe wiha domand: "Erdogan tenê dema çûyî merasîma cenazeyê Muhammed Alî yê boksor 2 trîlyon pere mesref kiriye. Bi vê mesrefê encax dikare xwe rezîl bike. Tu nikare pereyên me bi vî awayî xerc bikî. Em dê te rezî bikin û bes pereyê vî gelê çarçûr bike."
'Bila ne ji bo şaredariyan lê ji bo Qesrê kayûm were rêkirin'
Demîrtaş derbarê kayûmên ji bo şaredariyên BDP'î werin rêkirin jî got ku ev bi salan e mufetîş ji şaredariyên me derneketine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mufetîşên wan ev saleke li şaredariyên me lêkolînan dikin. Tu belgeyên şaredariyan hebin hemû xwestine lê tenê tişteke ne di rê de be nedîtne. Dibêjin, 'Şaredarî piştgiriyê didin rêxistinê' lê di destê wan de tenê belgeyek jî tuneye. Bila kayûm rêkin ji bo Qesrê. Bila hemû gelê me û derdorên demokratîk xwedî li şaredariyên xwe derkevin. 21 şaredarên me girtîne. Tişta kup ê hilbijartinê nikarin bi dest bêxin dixwazin bi zorê bêxin destê xwe."
Demîrtaş herî dawî li ser mıjarên di rojevê de jî axivî û axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Duh li ser dijminatiya Îsraîlê deng kom dikirin û îro jî li pişt perdeyê bi Îsraîlê re rûdinin. Ji bo Esad digotin kujer îro li Cezayîrê derket holê ku bi hev re rûniştine. Dema balafira şer a Rûsyayê xistîn weke gelek ne mabû ku weke cejnê vê yekê pîroz bikin. Dema ku ez derbarê vê mijarê de ji bo diyalogê çûm Moskovê, Serokwezîrê berê ez weke, 'Xayînê welat' îlan kirim. Lê niha nameyên bi girî û kulîlk ji bo Pûtîn dişînin. Hepkî bi ehlaq bin."
(sa-no)