Li hemberî wargeha penaberan êrîşa xwekujiyê
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hat diyarkirin ku li hemberî wargeheke penaberan êrîşeke xwekujiyê pêk hatiye di êrîşê de 2 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.
Artêşa Urdûnê bi daxuyaniyekî piştrast kir ku li ser sînor li hemberî wargeheke penaberan bi wesayîteke bombekirî êrîşeke xwekujî pêk hat, di encama êrîşê de hat aşkera kirin ku 2 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatin belavkirin êrîşa xwekujiyê li ser sînorê Urdun-Iraq û Sûriyeyê digihîje hev li hemberî wargeha penaberan a Rukbanê bi wesayîteke bombekirî pêk hatiye.
Ji aliyê din ve di 6'ê Hezîranê de li paytextê welat li Ammanê di êrîşeke bombeyî de karmendên rêxistina îstîxbaratê hedef hatibûn girtin û di wê wargeha penaberên filistînî têde diman de 5 karmendên îstîxbaratê hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bibûn.
(ms)