DBP: Kes nikare dest dayne ser vîna gel
AMED (DÎHA) - Alîkara Hevserokên Giştî ya Berpirsyara Rêveberiyên Heremî ya BDP'ê Emîne Ozmen, der barê kayyûmên ku ji hêla AKP'ê ve tên xwestin li hemberî şaredariyên BDP'ê pêk bînin de axivî û diyar kir ku dê ev hewldan li hemberî şaredariyên CHP'ê jî bikevin dewrê.
Piştî Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan ferman da û AKP'ê dixwaze li hemberî şaredariyên DBP'e kayyûmê pêk bîne û bi êrîşên qirkirinê re dixwaze hemû jîngehên kurdistaniyan destaser bike. Alîkara Hevserokên Giştî ya Berpirsyara Rêveberiyên Heremî ya BDP'ê Emîne Ozmen, der barê vê mijarê de ji DÎHA'yê re axivî. Ozmen aşkera kir ku her tişt li ber çavên raya giştî pêk tê, lê ew dê li hemberî vê operasyona destaserkirinê bêdeng nemînin.
Ozmen got DBP ji kayyûm û hemû êrîşan re vekirî ye, gelê kurd li hemberî van êrîşan ne xerîb e û aşkera kir ku sedema van êrîşan jî ji ber nasnametiya kurdewar pêk tê.
'Vîneke ji pola ya vî gelî heye'
Ozmen got "dewlet ji hemû deman zêdetir, di serdema AKP'ê de ketiye tengasiyê" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev gel ne gelê berî 30 salan e. Civakeke pêşketî heye li holê. Rastiyeke gel a xwe di aliyê siyasetê û zanyariyê de zelal kiriye heye. Ev rawş ji rewşa xwe ji nûve bide naskirinê derbas kiriye, gelekî têkoşîna xwe li ser hebûnê daye avakirin heye li holê." Ozmen bi lêv kir ku behsa kayyûmê tê kirin lê 195 siyasetmedarên wan tên darizandin û ev tişt got: "20 hevşaredarên me girtî ne, 30 kes ji peywîrê hatin girtin. Endamên meyên Meclisê di binê zextan de ne."
Ozmen aşkera kir ku heke tundî û zilma dewletê hebe, li hemberî vê yekê berxwedana gel rewa ye û got ew ji kevneşopiyeke berxwedanê tên, dê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Li ser pirsa "divê gel li hemberî biryara kayyûmê çi bike jî" Ozmen da zanîn ku çi pêwîst be dê bê kirin û aşkera kir ku dê di aliyê civîn, dîplomasî, hiqûq û hwd. de xebatên xwe bimeşînin. Ozmen bal kişnad ser nelêrêtiyên şaredariyên AKP'ê jî û wiha got: "Hemû êrîşên li hemberî vîna gelekî li holê ne, di yekî de nelêrêtî tune ye. Lê di şaredariyên AKP'î de nelêrêtiya bi triyonan heye. Hemû sedemên xwe polîtîk e."
'Deynê wanê biratiya ji bo kurdan heye'
Ozmen herî dawî got pêla şerê li Kurdistanê hatiye destpêkirin, dê li herêmê re bi sînor nemîne û aşkera kir ku dê şaredariyên CHP'ê ji derveyê vê neyên girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema li Almanyayê cihû kuştin kesî dengê xwe dernexist, piştre komunîst hatin kuştin deng derneket. Herî dawî kel li holê nema. Deynê biratiya raya giştiya li Tirkiyeyê ji bo kurdan heye. Divê vê deynê biratiyê bînin cih."
(ms)