DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Li dijî wesayîta parastvanan êrîş: 14 kes hatin kuştin

 
20 Hezîran
11:29 2016

-NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bajarê Kabîlê ya Afganistanê li hemberî wesayîta ku parastvanên Konsolxaneya Kanadayê têde bûn û piraniya wan nepalî bûn êrîşeke xwekujî pêk hat, di êrîşê de 14 kes hatin kuştin 9 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Afganistanê li bajarê Kabîlê li hemberî wesayîta ku parastvanên Konsolxaneya Kanadayê têde bû û piraniya wan nepalî bûn êrîşeke xwekujî pêk hat. Di êrîşa xwekujî de 14 nepalî hatin kuştin 4 jê afgan û 5 nepalî jî di nav de 9 kes birîndar bûn.

Wezareta Navexweyî ya Afganistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku çalekgerê xwekuj li herêma Benai ya Kabilê dema wesayît derbas bû bombeya li ser xwe teqan. Di êrîşê de 9 hemwelatiyên Nepalê hatin kuştin û 5 jê nepalî bi tevahî 9 kes birîndar bûn.

Her wiha li gorî şahidên bûyerê di êrîşa xwekujî de gelek kargeh û avahiyen dedorê jî ziyaneke mezin dîtin. Êrîşa xwekujiyê ya ku 14 kes hatin kuştin û 9 kes birîndar bûn rêxistina Talîbanê girte ser xwe.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN