Ji bo tolê 50 girtî hatin înfazkirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li gorî daxuyaniyên Serokê hoza Beyatî yên li bajarokê Xurmatû, rêxistina bi navê Heşdî Şebî bi dehan dîlên li Girtîgeha Amirlî ya li rojavayê Xurmatûyê kuştine.
Di 17'ê Hizêranê de çekdarên Heşdî Şebî êrîşî gundekî ser bi Amirlî kiribûn, di navbera wan û şêniyên gund de şer derket di şer de fermanderê çekdarên Heşdî Şebî Eqîd Mistefa Hesen hatibû kuştin. Serokê hoza Beyatî Sair Beyatî diyar kir ku çekdarên Heşdî Şebî ji bo tolê hildin bi dehan dîlên Girtîgeha Amirlî ya li rojavayê Xurmatûyê kuştine.
Beyatî di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku çekdaran ji bo tolê bigirin, li ser kuştina fermandeyê çekdarên Heşdî Şebî Eqîd Mistefa Hesen li nêzîkî Amirlî, 50 dîlên di Girtîgeha Amirlî kuştine.
Beyatî di berdewama axaftina xwe de aşkera kir ku termê 50 kesên hatine kuştin radestî bijîşkên dadwerî ya bajarê Diyalayê hatine kirin. Hat diyar kirin ku di cenazeyên hatine înfazkirin de şopên kêr, gule û qamçiyan hatine dîtin
Li gorî daxuyaniyê kesên hatine kuştin cenazeyên 4-5 kesan radestî malbatên wan hatine kirin, lê heta niha termê 25 kesên din li nêzîkî gundê Şay hatine danîn û termê 13 kesên din jî li ser rêya Amirlî hatine hiştin.
(ms)