'Zilm dê bi ser neveke'
ÊLIH (DÎHA) - Hevserokê Egîtîm-Senê yê Êlihê Azîz Tûray derbarê sirgunkirina endamên wan de axivî û diyar kir ku medyaya hewizê dixwaze agirê van êrîşan gurtir bike. Tûray da zanîn ku wekî desthilatdarên zilimkar ên berê zilma îro jî heya dawiyê berdewam nake û dê berxwedan ser bikeve.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê li hember Saziyên Civaka Sivîl her roja diçe êrîşên hêzên hewleta tirk zêdetir dibin. Bi taybetî jî li ser endamên Egîtîm-Senê ev êrîş bi sirgunkirin, peywirê dûrkirin û doz vekirinê pêk tên. Herî dawî li Êlihê 5 endamên Egîtîm-Senê hatin sirgunkirin û gelek endam jî ji peywîrê hatin dûrxistin. Hevserokê Egîtîm-Senê yê Êlihê Azîz Tûral derbarê van êrîşan de axivî û got ku ew dê dev ji xeta xwe ya berxwedanê bernedin û li hember êrîş û qetlîaman li ber xwe bidin.
'Hevalên me tên sirgunkirin'
Tûral da zanîn ku bêyî li benda encama dadgehê rawestin endamên wan ji peywirê têxin û wiha axivî: "Hê encama dozên li hember endamên me bi encam nebûyî ji peywirê tên girtin an jî tên mişextkirin. Herî dawî li Qabilcewz, Gerçuş û Hezoyê 3 hevalên me hatin mişextkirin."
'Êm li hember şer radibin ew me hedef digirin'
Tûray got ku ji ber ew li hember êrîşan bê deng nemane bi ser wan de tên û axaftina xwe wiha domand: "Bloka Aştî Ked û Demorkasiyê li hember rewşa kaotîk rawestiya. Weke Egîtîm-Senê jî li Kurdistanê bi çalakiyên demokratîk em li hember şer sekinîn ji ber vê yekê em hedef tên girtin."
Tûral got ku AKP dixwaze Kurdistan û Tirkiyeyê bêxe bin kontrola xwe û wiha pêde çû: "AKP dixwaze welat bêxe bin kontrola xwe. Kesên li hember vê yekê derdikeve dixwaze wan biçewisîne. Me jî para xwe ji van êrîşan girt."
'Weke dîrokê zilmdarî dê îro jî heya serî neçe'
Tûral herî dawî anî ziman ku ew dê li hember van êrîşan serî netewînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Weke berê îro jî em dê li hember zilmê li ber xwe bidin. Me bi sedan bedel dane vê riyê. Weke zilma desthilatdarên dîrokê, zilma îro jî dê bi berxwedana me têk biçe. Ev zilma tê kirin heya dawiyê naçe serî û dê têk biçe.
(no)