Demîrtaş: Berxwedan mezin nebe dê windahî zêde bin
ENQERE (DÎHA) - Di serî de Sûriye û dewletên wekî Tirkiyeyê windahiyên di bin çavan de her ku diçin zêde dibin herî dawî Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter di 27'ê Gulanê de hat binçavkirin ev 24 roj in tu agahî jê nayên girtin. Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser buyerê û diyar kir ku di şexsê Kulter de peyamê didin hemû ciwanên Kurdistanê û ev tişt got: "Kurd li hemberî van buyeran berxwedanê mezin nekin dê kurdan yek bi yek ji holê winda bikin."
Dewletên qaşo ji bo kêfxweşî û ewlehiya canê mirovan li Rojhilata Navîn hatine avakirin, bi taybetî bûne qesasê serên mirovan û hema bêjê li hembarî welatiyên xwe faşîzmê didin meşandin. Ev dewletên ceberût ên ji bo berjewendiyên beşek mirov, hemû gel û netewên cuda dikin kurban û hemû sûcên mirovahiyê pêk tînin. Bi vê jî têr nabin bi polîtîkayên înkar, îmha, îşkence, koçberî û hwd. li ser gelên xwe pêkanînên derveyî mirovahiyê dixin meryetê.
Yek ji van pêkanînên dewletê jî "di bin çavan de windakirin" e û bi vê rêbazê li ser gel pêla tirs û xofê dide afirandin. Ji rêbazên hovîtiyê yên wekî windakirin, li ser mirovan tirsê dihêle û di navbera hêvî û bêhêvitiyê de jiyanekî ji bo mirovan dide avakirin. Ev rêbaza şerê taybet a ku ji Şîlî bigire heta Angola, ji Vîetnamê bigre heta Sûriye, ji Misrê bigre heta Kurdistanê ji hêla hemû dewletên otorîter ve tên bi kar anîn.
Rêbazên "di bin çavan de windakirin" bi taybetî ji salên 1980'ê vir ve di dewrê de ye û bi meseleya kurd re ev 30 sal in li hemberî kurdan bi awayekî aktîf tê bi karanîn, li gorî hin daneyan di 30 salî de hezar 353 kes hatin windakirin.
Herî dawî Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter di 27'ê Gulanê de hat binçavkirin û ji wê rojê şûn ve tu agahî jê nehatin girtin. Li gorî îfadeyên hin kesan Kulter ji hêla hêzên dewletê ve hatiye binçavkirin, lê binçavkirina Kulter ji hêla dewletê ve tê înkarkirin. Ji bo kulter jî ji hezar 353 kesên hatin windakirin neyên zêdekirin, xebatên girîng têm meşandin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser windakirina Kulter û diyar kir ku bi windakirina Kulter dixwazin peyamekî bidin kurdan, li hemberî vê tekane rêya ciwanên kurd heye ew jî divê li ber xwe bidin. Demîrtaş der barê Kulterê ku tê xwestin bê windakirin de ev tişt got:
"Ev 24 roj in tu agahî ji Kulter nayê girtin. Em înfazên dewletê yên li Cizîr û Silopiyayê ji xwe dizanin. Li cihên mijara gotinê gelek welatparêzên kurd bi zindî hatin girtin û piştre hatin înfazkirin. Gelek ji vanan ne qedroyên PKK'ê bûn. Ev gelekî baş jî tê zanîn ku ev xwendekarên zanîngehê bûn."
Li ser Kulter re peyamê didin kurdan
yanî kesên li hemberî AKP'ê di nava berxwedanê de be, bi vê rêbazê peyamekî didin ciwanên kurd. Em dê van pêkanînan bînin serê we û hûnê tu tiştekî nekin, dê tu kes jî xwedî li we dernekeve. Tiştên bên serê Kulter dê hikûmet AKP'ê berpirsyar be.
Bersiva ciwanên kurd a di şexsê Hurşît Kulter û Haci Bîrlîk de ji bo AKP'ê bê dayîn, divê berxwedan be. Bi rastî jî ji derveyê vê di destên me de tu tiştekî din tune. Yanî wisa bi serlêdana dozger encam nayê bi destxistin. Bi serlêdana parêzeran encam nayê bi destxistin. Bifikirin ciwanekî di nava bajêr de direvînin û ev 24 roj in tu agahî jê nayên girtin. Dê li hemberî faşîzmê çi bê kirin, divê berxwedan bê mezin kirin û bê gotin 'Me li hemberî wê tirsa ku hûn dixwazin biafirînin me çong netewand.' Ne xwe paşve gav bê avêtin dê polîtîkaya tirsê bi ser bikeve û windahiyên wekî Hurşît Kulter û Haci Bîrlîk dê zêde bin."
(ms)