Tuncel: Yên îro mafê kurdan bixwin, dê sibê mafê tirkan jî bixwîn
AMED (DÎHA) - Îxtîdara AKP'ê bi guhertina zagonan dixwaze erk û rayeya "Qeyimê" zêde bike û bi riya Qeyimê Şaredariyên HDP û DBP'ê ji destê wan bigire. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel bertek nişanî pêşnûmayê da û got "Ev projeya li dijî kurdan e û naxwazin kurd xwe bi xwe bi rêve bibin. Emê li dijî Qeyimê Şaredariyên xwe biparêzin û di ber xwe bidin. Yên îro mafên kurdan desteser bikin dê sibê mafên tirkan jî desteser bikin.
Partiyên AKP, MHP û CHP li dijî HDP'ê bûn yek û destnedayîna wekîlan rakirin. Partiyên ku li dijî HDP'ê bûn yek û dixwazin HDP'ê ji meclîsê dûr bixin, niha jî çav berdane şaredariyên HDP û DBP'ê. AKP niha dixwaze bi riya Qeyimê şaredariyên kurdan ji destê wan bigire. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, nêzîkatiya hikûmetê li hemberî Şaredariyên kurdan rexne kir û wiha got: "Bi şerê li Kurdistanê re niha li dijî şaredariyên DBP û DBP'ê jî zext zêde bûne. Niha 20 hevşaredarên me girtî ne. Gelek ji wan hatin binçavkirin û serbest hatin berdan. Gelek endamên meclîsên şaredariyê û şaredarên me ji peywirê hatin dûrxistin. Li dijî DBP'ê êrîşên bi rêk û pêk berdewam dikin.
'AKP ji demokrasiyê ditirse'
Tuncel, anî ziman ku AKP ji ber ji pergala demokratîk û rêveberiyên herêmî ya DBP'ê ditirse êrîşan li ser DBP'ê û şaredariyên wê zêde dike û wiha got: "Di sala 2006'an de zagona "Têkoşîna bi terorê re" amade kirin. Niha AKP pakêta ewlehiya navxweyî amade kir û xist meriyetê. Niha dixwaze bi van guhertinên pakêtan şerê li dijî kurdan rewa bike. Tirkiye wekî şîrketê dibîne. Dixwaze Tirkiye wekî şîrketê bi rêve bibe. Lê Tirkiye ne şîrket e. Li vir karker û patron tune ye. AKP dixwaze hemû şaredariyan têxe kontrola xwe û bike qada rantê. AKP ji şaredariyên me bêzar û aciz e. Ji ber ku em di şaredariyên xwe de feraseta rêveberiyên herêmî, demokrasî û nûnertiya pir alî pêş dixin."
Tuncel, da zanîn ku AKP dijminantiya kurdan dike û ji ber vê yekê êrîşî vîna kurdan dike û wiha berdewam kir: "Ji bo pêşeroja kurdan asteng bike siyasetmedar û rêveberê wan digirin. Naxwazin kurd mafên xwe biparêzin. Bi van zagonan darbeya 12'ê îlonê derbas kirin. Bi van zagonên heyî nikarin bi riya Qeyimê rêveberiyên şaredariyan biguherînin. Ji ber vê yekê dixwazin zagonan biguherînin. Ji bo hemû bêhiqûqî, dijzagonî û nelirêtiyê rewa bikin zagonan li gorî xwe amade dikin. Di vê pêvajoya ku em dibêjin lazim e walî jî bi riya hilbijartinê bên diyarkirin niha dixwazin şaredariyan bi riya Qeyima desteser bikin.
Em dê li dijî Qeyimê têbikoşin
Tuncel, destnîşan kir ku ev hewldan û polîtîkayên AKP'ê li dijî hiqûq, edalet, mafên mirovan û demokrasiyê ye û ew dê li dijî van pêkanînên Qeyimê têbikoşin. Tuncel, da zanîn ku pirsgirêk ne tenê şaredar û hevşaredar e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Naxwazin ev şaredarî xizmeta gel bikin. Dixwazin şaredarî xizmeta dewletê bikin. Ger ku iro vê yekê bînin serê şaredariyên Kurdistanê, dê sibê heman tiştî bînin serê şaredariyên Tirkiyeyê jî. Ji ber vê yekê ne tenê gelê Kurdistan, divê hemû gelê Tirkiyeyê bertek û nerazîbûnên xwe li hemberî vê yekê bilind bikin. Ev pêkanîn li dijî hiqûq, demokrasî û mafên mirovan e. Em dê li dijî Qeyimê têbikoşin. Planên AKP'ê têk çûne ji ber vê yekê dixwaze bi hikmê zagonan xwe li ser piya bihêle. Ji ber vê yekê jî dixwaze zagonan li gorî xwe saz bike. Lê em dê li dijî vê yekê tebikoşin û em dê mafên gelan û vîna gelan biparêzin."
(mae)