Rûyê esnafan di rojiyê de jî nekeniya
ÎZMÎR (DÎHA) - Esnafê Sûka Kemeralti ya Îzmîrê di rojiyê de jî tiştên ku hêvî dikir nedît. Esnafên ku ji ber kar tuneye hatiye ber îflasê diyar kirin ku tu caran sûka dîrokî evqas bêdeng nebû.
Di serî de polîtîkayên şer ê AKP û polîtîkayên ku dimeşîne krîza aboriyê her diçe kurtir dike. Yek ji bajarê ku krîzê zêdetir bandor kiriye jî Îzmîr e. Esnafên Sûka Kemeraltiyê di rojiyê de jî tiştên ku hêvî dikir nedît. Esnafê bi navê Remzî Maça yê ku li sûkê 6 sal in esnaf e diyar kir ku tu caran sûk evqas bêdeng nebû û karên wan her diçe xirabtir dibe. Maça bilêv kir ku rewşa şer ev encam derxistiye holê û wiha berdewam kir: "Bi hatine rojiyê re me digot Dê hinekî baş be. Lê germahî, girtina dibistanan kes ji malên xwe dernakevin. Hin kes ji bo betlaneyê diçin bajarên din. Niha kar hema ku qet tuneye."
'Hêviya me ew e ku di cejnê de kar baş be'
Hasan Boyraz ê 8 sal in esnaf e jî diyar kir ku îsal nehatina turîstan gelek bandor li ser bajar kirine. Boyran destnîşan kir ku di meha rojiyê de mezexî zêde dibe lê îsal kesek nikare tiştan bikire, ji bo kireyên xwe bidin jî gelek zehmetî dikişînin. Boyraz da zanîn ku dîrokekî Sûka Kemeraltî ya sed salî heye û aboriya Îzmîrê jî Kemeralti ye. Boyraz wiha got: "Tekane daxwaza me Cejna Remezanê ye. Hêviya me ew e ku hinek kar baş be."
'Gelek esnaf hatine ber îflasê'
Esnafê bi navê Îlyas Demîrcan jî anî ziman ku welatî piranî tên buhayê tiştan dinêrin lê nakirin. Demîrcan bilêv kir ku gelek kes bi zorê debara xwe dike, buhayên tiştan her diçe zêdetir dibe, gelek esnaf jî hatine ber îflasê.
(sa)