DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Me bikujin jî em ê vegerin axa xwe'

 
19 Hezîran
09:00 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnex a ku dorpêç didome jinên li benda vegerê ne diyar kirin ku ew ê li ciheke din dijîn. Jinan wiha gotin: "Qedexe çawa rabe em ê vegerin axa xwe, Me bikujin jî em ê vegerin û xwedî li axa xwe derkevin."

Welatiyên ku ji ber êrîşên qirkirinê mecbûr man koç bikin û çûn gundê Cifanê, li konên ku vedane têkoşîna jiyanê didin. Jinên ku dema xwe bi temamî li konên ku vedane bi pêdiviyên xwe yên wekî şuştin, razan, xwarinê derbas dikin li benda vegerê ne û peyama "me bikujin jî em ê vegerin Şirnexê" didin.

Ji jinan Peyman Bîlîr li ser tifikê xwarinê çêdike û amedakiray fitarê dike. Bîlîr a ku li aliyekî xwarina xwe çêdike li aliyê din jî êrîşên li ber bajar û çawa ji mala xwe derketine vedibêje. Bîlîr a got çawa dorpêç bê rakirin dê vegere wiha berdewam kir: "Em nikarin li ciheke din bijîn û em ê nejîn jî. Li Şirnexê çawa qedexe rabe em ê vegerin mala xwe, Me bikujin jî em ê vegerin û xwedî li axa xwe derkevin."

'Yên ku em anîn vî rewşê û bi komî qetil kir dewlet e'

Asya Şahîn jî bi gotina "Êdî em naxwazin ciwan bimirin, em dixwazin aştî pêk bê" dest bi gotina xwe dike. Şahîn ji bo ku cerdevan beşdarî şer nebin bangawazî kir wiha got: "Di navbera me û dewletê de şer heye lê cerdevan jî tevlî vî şerî dibin. Bi salan e jixwe şerê dewletê heye lê em birakujiyê naxwazin. Yê ku em anîne vî rewşê ne PKK ye, yê ku me bi komî qetil dike dewlet e. Dewlet dibêje operasyon bi dawî bû. Dixwazin bibêjin me kurd tune kir lê tune nabin. Heta ku dinya bizivire dê kurd têkoşînê bidomînin. Em di vî dozî de li pey rêberê xwe ne. Piştî ku qedexe rabû em ê vegerin mala xwe. Em dixwazin vegerin ax û malên xwe."

'Zarokên me nexweş dikevin'

Remziye Kulter jî got ku wê gelek bêriya Şirnexê kirine û di jiyana kon de gelek zehmetî dikişînin. Bediye Sadak jî wiha got: "Malên me topebaran kirin û ji malê derxistin. Zarokên me li vir naxweş dikevin. Tekane daxwaza me aştî û rawestandina xwînê ye. Em dixwazin vegerin mala xwe û jiyana xwe bidomînin."

Baxçeyên fekî û sebzeyan tê bombekirin

Ji jinan Şefîka Pusat jî diyar kir ku ji ber ku ceryan tuneye bi şev zehmetî dikişînin. Pusat destnîşan kir ku baxçeyên wan ên fekî û sebzeyan bi hewanan hatine bombebarankirin. Pisat wiha axivî: "Êdî em aramiyê dixwazin. Em bi vî rengî jiyan kir em naxwazin zarokên me bi vî rengî bijîn."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN