DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jiyana me ya me ye!

 
18 Hezîran
17:26 2016

STENBOL / DÎLOK (DÎHA) - Jinan li Stenbol û Dîlokê Komîsyona Hevberdanê ya Meclîsê bi gotina "Jiyana me ya me ye, em rapora komîsyona hevberdanê nas nakin" şermezar kirin.

Koma Pêşîlêgirtina Lezgîn a li Dijî Kuştinên Jinan, bi slogana "Jiyana me ya me ye, em rapora komîsyona hevberdanê nas nakin" li ber Pastexaneya Hakan a Beşîktaşê hatin cem hev û polîtîka jinan a AKP'ê û rapora Komîsyona Hevberdanê ya bi dengên AKP'ê hate qebûlkirin şermezar kirin. Jinan pankarta "Derew ên we, jiyan a me ye" vekirin û dowîzên "Ne hevberdanê pêşiya kuştinan bigirin" "Bedena me, zayenda me ya me ye" hilgirtin. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de dirûşma "Bijî piştevaniya jinan" hate berzkirin. Lîstika "Derew (dewlet) û rastî (jin)" a kolanê hate pêşandan.

Jinên li derûdorê jî bi dirûşman ve piştgirî dan çalakiyê.

'Dixwazin mafên jin û zarok ji holê rakin'

Platforma Jinê ya Demokratîk a Dîlokê jî têkîldarî rapora komîsyonê li Parka Yeşîlsu daxuyanî da. Jinan pankarta "Jiyana me ya me ye, em rapora komîsyona hevberdanê nas na-kin, em li dijî kesên ku qestî jiyana me dikin di isyanê de ne, di mafên xwe de bi israr in" vekirin û dirûma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Parlamenterê HDP'ê Mahmut Togrul jî piştgirî da jinan.

Li ser navê jinan Sultan Bayindir axivî û diyar kir ku meclîs li şûna ku pêşiya kuştinên jinan bigire, hevberdanê kêm dike ev pirsgirêka herî mezin e. Bayindir anî ziman ku tê xwestin mafên jinan û zarokan ên hatine bi destxistin ji holê bên rakirin.

Daxuyanî bi tîlîliyan ve bi dawî bû.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN