DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Dê Mihrîcana Dersimê bê lidarxistin

 
18 Hezîran
16:51 2016

DERSIM (DÎHA) - Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku her sal dihat lidarxistin û sala derbasbûyî ji ber komkujiyên ku pêk hatibûn hatibû betalkirin dê îsal cara 16'emîn bê lidarxistin.

Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ya ji hêl Şaredariya Derismê ve tê lidarxistin, der barê bernameya mihrîcanê de civîn hat lidarxistin. Civîna li Salona Civînê ya Meclisa Şaredariya Dersimê de hat lidarxistin de Hevşaredar Alî Bul, Wekîlê HDP'ê Alîcan Onlu, Hevşaredarê Periyê Huseyîn Çetînkaya, Hevşaredarê Pilûmûriyeyê Muslum Tosun, Hevşaredarê Qisleyê Cafer Kirmiziçîçek, Endamên Meclisa Şaredariyê, saziyên sivîl û berdevkên partiyên siyasî beşdar bûn. Di civînê de der barê mihrîcanê de nîqaş hatin kirin û herî dawî bi nîqaşeke hev beş biryar hat dayîn ku dê mihrîcan îsal bê lidarxistin.

Hevşaredar Alî Bul diyar kir kuk bi nîqaşeke hev beş hatiye diyar kirin ku dê îsal konser neyên lidarxistin û ev tişt got: "Dê konserên stadyumê neyên lidarxistin. Der barê naveroka mihrîcanê de jî hin biryar hatin girtin, di çarçoveya van biryaran de dê îsal gotobêj, atolye û serlêdanên cihên pîroz û dîrokî dê bên kirin, bi wê ve girêdayî em li benda çand û nêrînên der barê zimanên meyî dayikê de em li benda pêşniyaran in."

Piştî axaftinan biryar hat girtin ku her sazî der barê naveroka mihîcanê de nêrîn û pêşniyarên xwe amade bike, van pêşniyarên xwe teslîmî komîteya amadekar bike û ji bo şiyara mihrîcanê bê diyarkirin bername bê amadekirin û di 22'yê hezîranê roja çarşemê saet di 17.00'an de ji bo civînê dîsa li hev bicivin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN